STENBOL – Girseya ku ji her beşên civakê pêk tê, li Şîşlî kom bûn û Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 11’emîn salvegera wî de bi bîr tînin.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê çileya 2007’an de li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hatibû kuştin. Girseya ji her beşên civakê pêk tê li cihê Dînk lê hat kuştin li ber avahiya rojnameyê ya Şîşliyê kom bûn û Dînk bibîr tînin. Xebatkarên rojnameyê pankarta wêneyê Dînk li ser a “Av riya xwe dibîne” bi avahiya rojnameyê ve daliqandin.
'JI BO HRANT JI BO EDALET’
Polîsan kolana ku bîranîn lê tê li darxistin girtin. Polîsan welatiyên beşdarî bîranînê bûn yek bi yek kontrol kirin û berdan cihê bîranînê. Girse li ber avahiyê rojnameyê li hev kom bû û pankarta “Em li vir in Ahparîg” bi avahiyê ve daliqandin. Girseyêi bi yek dengî dirûşmeya “Ji bo Hrant ji bo edalet” berz dikin. Dowîzên bi kurdî, tirkî û ermenîkî yên “Em hemû Hrant in û hemû ermenî ne” û “Ji bo Hrant ji bo edalet” hildan.
JI HER BEŞÊ KESAYET BEŞDAR BÛN
Malbata Hrant, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan, Parlamenterên CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Bariş Yarkadaş û Selîna Dogan, nûner û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî, hunermend, nivîskar, rojnameger, parêzvanê mafê mirovan, hevalên Hrant û bi sedan welatî di merasîma bîranînê de amade bûn. Di bîranînê de zêmarên “Sari Gelîn” û ermenîkî tînin ziman.
Bîranîn bi slogana “Ji faşîzmê re enyad tu birayê minî Hrant” berz kirin dest pê kir.