NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku bertekên xwe yên li dijî îstîsmara zayendî nîşan dan, diyar kirin ku Tirkiye ji bo jinan bûye dojeh û gotin: "Em dê bibin dengê zarokan. Zarok bêdeng dibe, tu bêdeng nemîne."
Jinan li Edene, Hatay, Enqere û Stenbolê li dijî îstîsmara li dijî zarokan bertekên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku li Nexweşxaneya perwerde û lêkolînê ya Kanuni Sultan Suleyman di nava 5 mehan de 115 zarok ji ber îstîsmarê ducanî mane, lê ev yek bi polîsan re parve nekiriye.
EDENE
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê Platforma Jinan a Edeneyê Prz. Sevil Araci Bek, diyar kir ku li gorî zagonê divê mecbûr rayedar agahiyê bidin polîsan, lê ev yek hatiye veşartin û wiha got: "Zarok rastî îstîsmarê tên. Zarokan dizewicînin. Tirkiye êdî ji bo zarokan bûye dojeh. Îktîdar bi pêkanînên xwe rê li pêş îstîsmarazarokan vedike. Di 10 salên dawî de 482 hezar û 908 zarok hatin zewicandin. Em naxwazin zarok bibin malên firotinê. Em dibêjin êdî bes e.
HATAY
Platforma Jinan a Îskenderûn jî bi heman armancê li Şaxa Egîtîm Sen'ê daxuyanî da. Berdeva Platformê Makbule Kiliç, anî ziman ku rayedar mecbûr in van bûyeran ji midûriyetên polîsan re ragihînin. Kiliç, da zanîn ku li gorî daneyên 2017'an 387 zarok rastî îstîsmarê hatine.
STENBOL
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê jî li ber Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar daxuyanî da û bertekên xwe anîn ziman. Platformê bi pankart û dowîzan polîtîkayên hikûmetê yên li dijî îstîsmarê rexne kir û dowîzên "Zarok bêdeng bin jî tu bêdeng neme", "Ji îstîsmarazarokan re bêje bes e,", "Ne tecawizkaran zarokan biparêzin" û "Bêdeng neme, nebe şirîkê vî sûcî" rakirin .
Hekîmê Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa Çagla Seven, diyar kir ku ew li hemberî vê rastiyê di nava şermek mezin dene û wiha got: "Zarok li girtîgeha Şakranê rastî îstîsmarê hatin. Ev rewşa şermê ye. " Rêvebera Şaxa SES'ê ya Bakirkoyê Yurdanur Akdemir jî diyar kir ku her rojê zarokek rastî îstîsmarê tê û wiha got: "Tablo her ku diçe mezin dibe û tirsê zêde dike. Ev bûyera li nexweşxaneyê derket holê nîşan dide ku ser bûyere vedişêre. Em wekî xizmetkarên tenduristiyê dê vê bûyerê bişopînin û şopdarê wê bin.
Akdemîr, li ser navê KESK'ê daxwazên xwe wiha rêz kirin:
* Divê wezareta Tenduristiyê bi awayekî zelal lêpirsînê bimeşîne û encama wê bi raya giştî re parve bike.
* Divê der barê berpirsiyarên nexweşxaneyê de lêpirsîna îdarî û edlî bê vekirin. Divê tedbîr bên girtin.
* Divê hemû nexweşxaneyên girêdayî Wezaretê der barê zayîn û ducaniyê de zarokên kêmî 18 salî bi saziyên eleqeder re parve bike.
ENQERE
Navenda Giştî ya SES'ê jî li avahiya navendê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, Seroka Giştî ya Egitim Senê Feray Aytekin Aydogan amade bûn. Sekretera Giştî ya Jinan a Navenda Giştî ya SES'ê Selma Atabey, bertek nîşanî bûyerê da û wiha got: "Wezaretê daxuyanî da. Em vê daxuyaniya wezaretê rast nabînin. Divê her zaroka kêmî 18 salî be ji saziyên eleqeder re bên parvekirin." Atabey jî daxwazên KESK'ê bi raya giştî re parve kir.