WAN – Rojnamegeran, belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê 25 sal berê li Wanê hat kuştin li ser gor wî bibîr anîn. Rojnameger Adnan Bîlen di bîranînê de axivî û got: “Em ê tim û tim meşaleya wan pêxist gûr bikin.”
Orhan Karaagar ê li Wanê belavkariya rojnameya Ozgur Gundemê dikir, di 19’ê çileya 1993’an de li nava kolanê ji aliyê hêzên tarî ve hatibû kuştin. Rojnamegerên li Wanê hevalê xwe rojnameger Karaagar di 25’emîn salvegera kuştinê de li ser gorê wî bibîr anîn. Rojnamegeran li ser gora Karaagar a li goristana taxa Xaçorta Rêya Armûşê ya Wanê kom bûn. Di bîranînê de rojnameger Adnan Bîlen axivî û diyar kir ku hevalê wan Karaagar 25 sal berê niha ji aliyê hêzên diyar ve hat qetilkirin û wiha got: “Di serdemek ku faşîzm mil bi mil li kolanan digeriya û kes nikaribû derketiba kolanan, Orhan Karaagar bi rihek şorşegerî belavkariya rojnameyê dikir. Li gel her gef û şopandinê jî rojnameyê gihand gel.”
‘EM Ê GUR BIKIN’
Bîlen destnîşan kir ku îro jî rojnameger wek serdema derbas bû û çawa rojnameger dihatin qetilkirin rastî tehdîta tên û wiha axivî: “Em wek şopdarê Apê Musa, Hafiz Akdemîr, Gurbetellî Ersoz û Orhan Karaagar û gelek hevalên me din ku vê meşaleye pêxistin, niha jî em ê tim û tim meşaleya wan pêxist gur bikin. Her tim em ê bibin dengê gel. Niha jî dixwazin kurd û hemû muxalîfên li Tirkiyeyê dixwazin bêdeng bikin û diajon nav serdemek tarî. Lê di vê serdemê de rol û erka dikeve ser milê çapemeniya azad gelek girîng e. Di demek wiha de girîngiya dikeve ser milê çapemeniya azad derdikeve holê. Vê mîrasa me ji wan dewr girtiye berdewam bikin. Ev jî soza me ya ji bo wan e.”
Piştî axaftina Bîlen, rojnamegeran gurnefîl û rojnameyan danîn ser gora Karaagar û malbata Karaagar ziyaret kirin.