EDENE - Rojnameger Hrant Dînk, di 11’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Edeneyê, ji aliye hêzên demokratîk û parêzvanên mafê mirovan ve hat bibîranîn. Di bîranînê de, ji polîtîkayên ne cezakirinê re gotin êdî bese.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê û hevparên hêzên demokratîk ên Edeneyê, rojnameger Hrant Dînk di salvegera qetilkirina wî de bibîr anîn. Çalakiya bîranînê li avahiya Şaxa ÎHD’a Edeneyê pêk hat. Berpirsa ÎHD’a Herêma Akdenîzê Yasemîn Dora Şeker, rojnameger, parêzerên mafên mirovan, beşdarî bîranînê bûn û gotin: “Em qasidê aştiyê yê axa Mezopotamya û Anatoliyê di 19’ê Çileya 2007’an de ku hat qetilkirin, bibîr tîn in.”
Berpirsa ÎHD’a Herêma Akdenîzê Yasemîn Dora Şeker, di bîranînê de axivî û wiha got: “Dînk ji ber nasnameya xwe, gotinên xwe yên aştiyane û dijberiya xwe ya li dijî pergalên totaliter ên êrîşkar hat qetilkirin. Em di şexsê wî de pewam dan hemû nasneme û gelên cûda yên li Tirkiyeyê didin.”
Şeker, da zanîn ku ewê daxwazên aştiyê, biratiyê û têkoşîna azadiyê ya Dînk heya dawiyê bidomînin û wiha bi dawî kir. Heta edalet derbikeve holê emê têbikoşin.”
Piştî axaftina çalakî bi dawî bû.