ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, diyar kir ku ligel DYA û Rûsya, hewldana Tirkiye ya ku dixwaze li dijî Efrîn û Minbicê operasyona leşkerî pêk bîne dê dawî li AKP'ê bîne û wiha got: “Têkçûna AKP’ê dê bi awayekî polîtîk dawî li Serokomar jî bîne."
Zanyar û siyasetmedar û di heman demêde Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz li ser polîtîka û hewldanên hikûmeta AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan ên li dijî Efrîn, Idlib û Minbicê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Pekoz, ani ziman ku her çend hêza artêşa Tirkiye pir zêde be jî, duyemîn artêşa NATO ye û wiha got: "Di milê Tirkiye de çekên hewayî û bejayî yên pêşketî hene. Lê ev ne mijara hêzê ye. Dibe ku artêya Tirkiye di milê leşkerî de xwedî hêz be. Lê ev tenê têr nake. Di taliyê de dê biçe herêmekê dagir bike û bixwaze encam bistîne. Li vir çend xal girîng in. Tirkiye ji bo encamê ji Efrînê bistîne, divê berî her tiştî hevsengî û têkilî di destê Tirkiye de bin. Divê piştgiriyek mezin bistîne. Rewşa heyî vê yekê nîşan nade û ne pêkan e. Ya duyemîn du hêzên mezin ên kurevî li herêmê ne. Herdu hêz jî piştgiriyê nadin Tirkiye. Dîsa tu hêzên civakî piştgiriyê nadin vê operasyonê. Bertekek gelek zêde heye. Xala sêyemîn jî hêza li herêmê ya YPG'ê ye. 6 salin bi awayekî çalak di nava şer de ye. Cerebeyên pir girîng bi dest xistine. Gelê Efrînê bi awayekî xurt piştgiriyê dide YPG'ê. Hêzek wê ya mezin a leşkerî heye. Dîsa teknîka wê ya modern a leşkerî heye. Di mile polîtîk û civakî de tu hêza artêşa Tirkiye li heremê tune ye. Operasyona ku di qada navneteweyî û di qada civakî de tu hêz piştgiriya polîtîk û civakî nede ew dê têk biçe. "
Pekoz, bal kişand ser encama civîna MGK'ê û wiha got: "Encama civîna MGK'ê nîşan da ku di mejiyê Tirkiye de hêza leşkerî ya ku Efrînê têk bibe tune. Derket holê ku heta Rûsya piştgiriyê nede nikare operasyonê pêk bîne. "
'XWESTIN JI BO OPERASYONA HEWAYÎ DESTÛR JI RÛSYA BIGIRIN'
Pekoz, bal kişand ser ziyareta Serfermandarê Artêşê Hulûsî Akar û Musteşarê MÎT'ê Hîkmet Fidan a Rusya û wiha got: "Li ser mijara Efrînê bi Serfermandarê Rûsya Gerasimov re hevdîtin kirin. Fam kirin ku di operasyona bejayî de nikarin encamê ji Efrinê bistînin. Xwestin teqez hêza hewayî û operasyona hewayî li dijî Efrînê pêk bînin. Ji bo operasyona hewayî xwestin destûr ji Rûsyayê bistînin. Di vê navberê de Sûriye daxuyanî da. Cîgirê Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê Faysal Mikdat daxuyanî da û got: "Ger êrîşek Tirkiye ya li dijî Efrînê pêk bê dê bersîv bidin. Ev ne tenê biryara Şamê ye. Di heman demê de biryara Rûsya ye jî."
'ARTÊŞA TIRKIYE DÊ WINDAHIYÊN MEZIN BIDE'
Pekoz, da zanîn ku nîşaneyên ku hêza îktîdara AKP'ê şikestiye xuya dibin û wiha got: "Serokomar Erdogan ji bo dîsa vê şikestina hêzê bicebirîne di nava hewldanan de ye. lê çi dike nikare barê qulipî rast bike. Ji bo ku hêzên civakî disa li pişt xwe kom bike û şikestinê bicebirîne bi gef û guran ên li dijî Efrînê hêzek nîjadperestî ava dike. Îktîdara AKP'ê ji bo hêza xwe ya hundir biparêze mijara operasyona li dijî Efrin û Minbicê dixe rojevê. Bê navber vê operasyonê bi lêv dike û rojevê diguherîne. Ger ku Enqere êrîşî Efrînê bike dê şer ji texmînan zêdetir dirêj bibe. Dê çareseriya polîtîk-diplomatik tev pûç bibe. Dibe ku DYA-Rûsya li ser Efrin û Minbicê bi awayekî veşarî îtîfaqê ava bike. DYA di şerê li dijî DAIŞ'ê de çekên herî pêşketî dan QSD'ê. Niha ev çek li her derê Rojava hene. Dîsa Rûsya çekên giran û pêşketî li Efrînê dan YPG'ê. YPG dê bi çekên ku DYA û Rûsya dan wê li dijî artêşa Tirkiye şer bike. Dê windahiyên gelek mezin bidin artêşa Tirkiye."
Pekoz, da zanîn ku ji niha de diyar bû operasyon pûç bûye û ev yek dê li diji îktîdara AKP'ê bibe bertekên mezin. Têkçûna bi vi rengî ya dagirkeriya leşkerî dê zû rê li pêş perçekirina hêza îktîdarê veke. Erdogan, her çend hewl dide ku îktîdarê biparêze dê îktîdara politik belav bibe. Dibe ku îktidarê bixe. De hêzek mezin winda bike. Dê encama wê di hilbijartinên herêmî û giştî yên 2019’an de bêtir xwe bide xuyakirin. Operasyona Efrînê dê AKP’ê têk bibe. Dêbi awayekî polîtîk dawî li hebûna Serokomar bîne. "
Pekoz, da zanîn ku Berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê bû malê qada navneteweyî û hêzek mezin pêş xist. Encamek mezin û hêzek mezin bi dest xist. Ev bandorek erênî li ser Efrînê jî dike. Ji niha de xuya ye ku kurd hem li herêmê û hem jî li hemû cîhanê dê li dijî êrîşên li ser Efrînê bertekên xwe bîne ziman. Êrîşa li dijî Efrinê de hemû kurdan rake ser piyan. Disa kurdên ku dengê xwe dane AKP’ê dê dengê xwe paşve bikişîne.
Pekoz, anî ziman ku QSD ku navenda wê YPG ye, dê piştî êrîşa li dijî Efrînê di asta politik û leşkerî de xwedî hêzek mezin. Ji ber ku dê artêşa herî mezin a NATO têk bibe dê di qada navneteweyî de hêza wê hîn zêdetir bibe.
DYA li Rojava armanc dike hêza leşkerîya 30 hezar ava bike. Ev stratejiya Pentagon a li Sûriye ye. Di stratejiya DYA ya li Sûriye de YPG, bi awayekî fîîlî îtîfaqa mayinde ye. DYA bi awayekî fermî li ser QSD'ê ku navenda wê YPG ye dimeşîne.
RÛSYA Û ÎRAN NAYÊ LÎSTIKÊN ERDOGAN
Pekoz, dazanîn ku Moskova û Tahranê di civîna Astana de rolek mezin li ser Tirkiye bar kirin ku hêzên çekdar ên îslamî yên li Idbilê paqej bike, lê Serokomar planên di serê xwe de xistin meriyetê û rola xwe pêk neanî û wiha got: "Derket holê ku Enqere carek din Rûsya û Îran xapand. Hêzên leşkerî yên Rusya, Îran û hêzên leşkerî yên li Sûriye operasyona Îdbilê dan destpêkirin. Lê îktîdara AKP'ê ev plan vala derxist. Projeya Idlib û Efrînê tar û mar kir. Bi vê yekê rewşa Erdogan a ‘Kral tazî ye" xuya bû. Lê niha çiqas planan çeke jî êdî Rûsya û Îran nayê lîstikên Erdogan.
MA / Deniz Nazlım