SILÊMANÎ -1'emîn Kongreya damezrandina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi tevlibûna 700 delegeyan û ji 300 de zêdetir mêvanan destpê kir.
Li Salona Munalîza ya Silêmaniyê 1'emîn Kongreya damezrandina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê destpê kir. Kongreya Tevgera Azadî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê destpê kir û di kongreyê de zêdetirê hezar kesî amade bûn. Ji bilî 700 delegeyan, ji 300 de zêdetir mêvan beşdarî kongreyê bûn.
Bernameya kongreyê wiha ye: "Piştî xêrhatina beşdarvanan hat kirin, axaftina vekirinê ji aliyê endama komîteya amadekar a kongreyê Şîlan Şakir ve dê bê kirin. Piştre jî bernameya kar û xebatên Tevgera Azadî wê were xwendin. Dûre hilbijartina serok, desteya rêveber û dawiyê de jî encamnameya kongreyê wê were pêşkêşkirin. Tevgera Azadî di 17’ê Çileya 2014’ê de hat damezrandin. Di 4’ê Kanûna 2017’ê de ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ve bi fermî ha naskirin.