STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ji bo hevdîtinê cara 60’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi boneya roja duşemê hevdîtinê bikin, bi riya parêzeran serî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtiyên din jî ku li Îmraliyê ne serlêdana hevdîtinê kirin. Birayê girtî Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê girtî Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka girtî Veysel Aktaş, Sabîha Aslan bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Bi vê daxwaza hevdîtinê re ji 11’ê îlona 2016’an vir ve ev bû 60 car malbat daxwaza serlêdana hevdîtinê dikin.