AMED – Serodozgerê Komarê yê Amedê got: “Me cilên yek tîp şandin Girtîgeha Amedê.”
Serdozgerê Komarê yê Amedê Kamîl Erkut Gure der barê ferzkirina "cilên yek tîp" a di çarçoveya Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK) de hat derxistin daxuyanî da. Gure got: “Di çarçoveya biryara cilên yek tîp a di çarçoveya KHK’ê de hat derxistin, me cilên yek tîp şandin Girtîgeha Amedê. Ji bo meriyetê li benda rêziknameyê ne.”