MÛŞ / KONYA - Li Mûşê ji ber barîna berfa zêde, otobusa rêwiyan di newalê werbû. Di qezayê de 6 kes mirin, 24 kes jî birîndar bûn. Li Konyayê jî di qezayê de 38 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a ji Mûşê diçû Hatayê ji ber barîna berfa zêde li ser rêya Bongilan di newalê werbû. Ajokarê otobûsa plakaya wê 34 DF 3668 Adnan Oletaş ji ber şertên hewayê kontrola dîrksiyonê winda kir. Di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.
Birindar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Mûş û Çewlîgê
LI KONYAYÊ JÎ OTOBUS QELIBÎ
Otobuseke rêwiyan a ji Konyayê diçû Afyonê jî ji ber barîna berfa zêde li şerampolê qelipî û 38 kes birîndar bûn.