STENBOL - Pispora Medya Doç. Dr. Esra Arsan, bal kişand ser zimanê medya hawiz û diyar kir ku li Tirkiye medya li şûna ava bike her dem xera dike û ji geşkirina şer re amade ye. Arsan, anî ziman ku manşetên tên avêtin bi piranî bi fermana navenda Enqereyê ve tên diyar kirin.
Li Tirkiye medya bêtir li gorî daxuyaniyên hikûmet û îktîdarê manşetên xwe diyar dike. Bêtir li gorî xeta polîtîkayên îktîdarê polîtîka xwe ya weşanê diyar dike. Çiqas hikûmet û îktîdar zimanê xwe yê şer tûj dike manşetên çapemeniya Tirkiye jî ew qas şer sor dikin. Têkildarî polîtîka medya Tirkiye û zimanê weşana medya Pispora medya Doç. Dr. Esra Arsan, nirxandinên girîng kirin. Arsan, destnîşan kir ku medya Tirkiye her dem nêzî zimanê şer e ji nêzîkatiya talankirin, xerakirin û wêrankirinê hez dike. Arsan, da zanîn ku bûyerên navxweyî yê welatekî ku cîranê xwe tehdît neke, welatekî din ji bo wan bûyeran têkeve nava tevgera leşkerî ne rast e û wiha got: “Bêyî ku li dijî me gef hebe, em ji ber sedemên keyfî ji Kurdên Sûriye bêzar dibin. Ji bo vê yekê hewldana ketina şer li dijî aqil û hiş e. Divê di şertên asayî de medya aştî û aqil biparêze. Şer ne tiştekî bê parastin. Ji ber kuştin, talankirin wêrankirin heye. Divê Medya, çapemenî hesap ji vê hewldana hikûmetê bipirse. Mixabin medya li Tirkiye ne wisa ye. Her dem şerûd e. Her dem ji xerakirin, talankirin û wêrankirinê hez dike."
‘ROJNAMEYÊN KU MANŞETÊN ŞER DAVÊJIN NAKEVIN ŞER'
Arsan, helwesta rojnameyên ku manşetên şer davêjin jî rexne kir û wiha got: "Em dipirsin gelo ev rojnameyên ku manşetên şer davêjin ger ku şer derkeve ew dê têkevin şer? Ev çawa berpirsiyarî ye. Ger ku şer derkeve dê gelek mirovên sivîl ji yana xwe ji dest bidin.
‘BI GOTINÊN ŞER PEYAM DIDE'
Arsan, destnîşan kir ku gotinên îktîdarê yên şerxwaziyê ku di medya de xuya dibin, peyama "hêz", "serdestî" û "Qebedayê Rojhilata Navîn" dide xuyakirin û wiha got: “AKP, dixwaze bi helwesta hêrsê ya li dijî DYA, li dijî Rûsya û li dijî Kurdan hişê serdest li ser civak û girseya xwe bide avakirin. Şer her dem tiştekî xerab e. Encamên erênî jî dernakevin. Her dem xera dike.
‘MEDYA ÎKTÎDARÊ LI BER TEMBÛRA XWE DILÎZE'
Arsan, da zanîn ku medya ne tenê di mijara şer de di manevda politikde divê nebe amûra berdevk û propaganda îktîdarê û wiha got: "Medya ku teslîm bibe ji aqil dûr dikeve. Medya ku teslîm bibe çawa ferman bidin wê wisa dike. Yek ferman dide ew jî pek tînin. Ez îro bawer nakim ku medya sereke ya hawis ku li gorî aqil û aştiyê rojnamegeriyê dike hebe. Niha bi xwe li tebûrê didin û bi xwe li ber tebûra xwe direqisin."
MA / Necla Demir