AMED – Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî ji bo hewldana operasyona li dijî Efrînê got ku li şûna Tirkiye êrîşî Efrînê bike divê bi kurdan re bibe yek. Ji Înîsiyatîfa Maf Reha Ruhavîoglu jî da zanîn ku heke operasyon pêk were dê li pêşiya çareseriyên herêmê astengiyaN derbixe.
Gef û gurên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê dewam dikin. Bi destpêka van gefan re nûner û rêveberên saziyên demokratîk jî pêl bi pêl nerazîbûna xwe li dijî gefên li ser Efrînê yên Tirkiyeyê nîşan didin. Nûnerên saziyên civaka sivîl li şûna operasyonek muhtemel jî modelên çareseriyê pêşniyar dikin.
‘ÊRÎŞ DÊ AŞTIYÊ BILEXÎNE’
Alîkarê Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî destnîşan kir kul i şûna Tirkiye êrîşî kurdan bike pêwîste bi kurdan re tevger bike û wiha got: “Êrîş, gef û helwesta li dijî Efrînê tiştekî tiştekî naxe destê Tirkiyeyê û tiştekî bi wan nade qezenckirin. Heke ku operasyon pêk were hem dê aştiya navxweyî û hem jî aştiya derve bide pelixandin.”
‘JI KURDAN ZERAR NAGÎHÎJE TIRKIYEYÊ’
Bîlîcî da zanîn ku ketin û derketina ji Efrînê dêgelek tiştên cuda bi xwe re bîne û li cîhanê gelek mînakên vê yekê hene. Bîlîcî anî ziman ku oprasyonek muhtemel dê ji bo Tirkiyeyê bibe felaketek giran û wiha dewam kir: “Wê gelek windayan bide. Luksek em vê bijîn tune ye. Dê rûxandin zêde be. Divê Tirkiye ji kurdan netirse. Ji kurdan zerarek nagihîje Tirkiyeyê. Divê viya baş bibîne. Lazim têkiliyên xwe cîraniyê li pêş bixe û bi kurdan re liv û tevger bike.”
Bîlîcî da zanîn ku Tirkiye bi pirsgirêka kurd re hevrû bimîne dê gelek xurt bibe û pêşniyar pêşî vekirina siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê kir.
‘DÊ ASTENGIYÊN NÛ DERXE HOLÊ’
Kordînatorê Înîsiyatîfa Maf a Amedê Reha Ruhavîoglu jî diyar kir ku operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel a li dijî Efrînê li herêmê hawîrdorek ku ber bi çareseriyê ve diçe dê bixitimîne û ev şîrove kir: “Plansaziya li dijî Efrînê em dizanin ku têkiliya wê bi meseleya kurd re heye. Lê em di qonaxek giran a ku pirsgirêka kurd gihîştiyê de derbas dibin. Rewş wiha ye. Li gel ku Efrînê tu êrîş li dijî Tirkiyeyê nekiriye lê heke ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê hemû rastiya kurdbûnê û pirsgirêka kurd bixe nav zoriyê. Wê aloziya civakî zêde bike. Wê ev operasyona muhtemel bibe sedemên gelek tiştên negatif.”
‘WÊ QIRÎZÊ KURTIR BIKE’
Ruhavîoglu destnîşan kir ku ew bi tu awayî piştigiriya şer nakin û got “Destwerdanek li dijî Efrînê tu awayî alîkariyê nede çareserkirina qirîza li Sûriyeyê. Wê hiqûqa di navbera xwe û kurdan jî bîne asta xelasbûnê. Mafê cîrantî û biratiyê jî namîne. Bi her awayî dê ev şer li pêşiya çarerseriyê bibe asteng.”
MA / Rifat Şahîn – Devran Toptaş