STENBOL - Malbatên girtiyan, diyar kirin ku ewê li derve piştgiriyê bidin girtiyan û gotin: “Zarokên me kefen jî li xwe bikin, dê ferzkirina cilên yek tîpî qebûl nekin. Em ê tu carî wan bi tenê nehêlin.”
Bertekên li dijî ferzkirina cilên yek tîp ku bi KHK’a Hejmara 696’an di çarçoveya OHAL’ê de hat lidarxistin, mezin dibin û malbatên girtiyan ev pêkanîn bi tundî şermezar kirin.
Aygul Eren a du birayên wê girtî, diyar kir ku birayê wê Sînan Canbay ê 2 sal girtiye li Girtîgeha Patnosê û birayê wê Îshak Canbay ê 12 sal girtîye jî, li Girtîgeha Bandirmayê tên girtin. Eren, anî ziman ku bi salane diçin girtîgehê û wiha axivî: “Tu salan mîna vê serdemê evqas êrîş zêde nebûn. Bi KHK û OHAL’ê re hemû tişt guherîn. Hevdîtinên mehekê derxistin 2 mehan. Saetên hevdîtinê kirin 40 deqe. Xarina girtiyan kêm kirin. Kovar û rojname qedexe kirin. Dinava sê mehan de 5 caran cezayê ragihandinê dan girtiyên me. Di her qawîşekê de 15-20 girtî tên girtin. Di girtîgehê de îşkeceyê bi girtiyan dikin û li derve de jî bi me dikin.”
'EM Ê TU CARÎ GIRTIYAN BI TENÊ NEHÊLIN'
Eren, anî ziman ku dixwazin bi cilên yek tîpî ruh û bedena girtiyan teslîm bigirin û wiha got: “Em ê tu carî vê pêkanînê qebûl nekin. Îro dê bi cilên yek tîpî destpê bikin, sibe jî dê bixwazin simbêjên girtiyan bibirin û dûre jî dê pêkanînên nû bixin dewrê. Heya ku girtî di hûndir de li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomîn in, em ê jî piştgiriya wan bikin. Em tu carî girtiyên xwe bi tenê nehêlin.”
‘TU CARÎ CILÊN YEK TÎPÎ LI XWE NAKIN’
Zeynep Calihan a du zarokên wê girtî jî , diyar kir ku ewê xwedî têkoşîna zarokên xwe derbikeve û wiha axivî: “Keça min Hatîce Calihan 8 salin girtiye û li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne. Keça min Asli Calihan jî 7 salin girtiye û li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê girtin. Zarokên min dê kefen li xwe bikin, lê kincên yek tîpî li xwe nakin. Zarokên min ji zilmê re tu carî serî natewîn in. Em jî serî natewînin. Dewlet jî dizane dê zarokên me têkoşîna xwe bidomîne. Em ê jî heya dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna girtiyên xwe. Em ê li gel wan bin.”
Erdan Can ê jî, diyar kir ku kurê wî Firat Can 13 sal û kurê wî Mehmet Alî Can jî 6 salin girtine û wiha got: “Dibin roja heyî de mafê me jî heye em bijîn. Li dijî kincên yek tîpî pir bi bertekim. Em ê tu carî girtiyên xwe bi tenê nehêlin. Bila hemû kes vê yek baş zanibin.”