AMED – Nivîskar Sedat Dogan ê di nav xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd de cih digire diyar kir ku yekîtiya neteweyî dê gelek pirsgirêkên kurdan çareser bike.
Li aliyekî li erdnîgariya Rohilata Navîn şerek dijwar diqewime û li aliyekî jî xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd dewam dikin. Li herêmê yek ji nifûsa herî zêde ya kurdan e û kurd ji bo nabin yek asê mayî dimînin. Li Amedê sazî û partiyên kurdan hatin gel hev û lez dan xebatên yekîtiyê. Di civîna li Amedê de komek xebata avakirina yekîtiya kurd hat avakirin û xebatên wan dewam dikin.
‘PÊWÎSTE KURD BIRYARA XWE BIDIN’
Berdevekê Hereketa Azadî yê berê nivîskar Sedat Dogan ê ku di nav xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd de cih digire destnîşan kir ku ew bi yekîtiya gelê kurd dixwazin hemû pirsgirêkên gelê kurd çareser bikin û got: “Divê ku xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd ji gel veqetandî pêk neyê. Divê em bibînin ka gelê kurd di çi rewşê de dijî. Pratîkek ber bi çav heye. Gelê kurd di bin hukmê çar dewletan de hatiye parçekirin. Malbat û xizm ji hev hatine veqetandin. Bifikirin ji malbatekê bav, dayik û zarok hev nabînin. Ev malbat bi teqemeniyên li ser sînoran ji hev hatine qûtkirin. Divê kurd van hemû bidin ber çavê xwe û biryara yekîtiya xwe bidin.”
‘DIVÊ KURD YEKÎTIYÊ JI XWE RE BIKIN DERD’
Dogan da zanîn ku pêwîste tevahiya gelê kurd ji bo yekîtiye nêrîna xwe bikin yek û wiha dewam kir: “Divê ku gelê kurd yekîtiyê ji xwe re bike derd. Pêwîste hemû partî û saziyên gelê kurd berjewendiyên xwe şexsî deynin aliyekî û aqilek hevbeş ava bikin. Dema em li derdora yekîtiyê bibin xelek em ê bibin netewe.” Dogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê dijwar ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn deqewime û got: “Dema gelê kurd yekîtiya xwe ava bike, dê yekîtiya wan li Rojhilata Navîn dikaribe bibe tampon.”