RIHA – Gelê Rihayê berxwedana Kobanê bi bîr xist, dewleta tirk hişyar kir û ev tişt got: "Dê berxwedana Efrînê ji Kobanê qet bi qet zêdetir be."
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan roja şemiyê gef li gelên li Efrînê xwar û işaret bi operasyoneke li dijî Efrînê kiribû. Gelê Rihayê diyar kir ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê 400 hezar penaberên Sûriyeyê li Rihayê dijîn û fatûreya wê ew didin û ev tişt gotin: "Dê gelên Efrînê nişanê wan bide ka bi şevêkê de nikarin nişkêve bikevin axa wan."
‘JIYANA AZADA A LI EFRÎNÊ HIN KESAN ACIZ DIKE’
Kalemêrê 78 salî Mehmet Çîçek diyar kir ku Efrîn di nav axa welatekî din de ye, tu mafên Tirkiyeyê li wir tune, gelên li Efrînê li dijî Tirkiyeyê tu carî neyartî nekiriye. Çîçek aşkera kir ku mudaxaleyeke Tirkiyeyê ya li dijî axeke din, dê di hiqûqa gerdûnê de wekî dagirkerî bê nîşandan û ev tişt anî ziman: "Di serî de Tirkiye, bila mirovên di nava axa xwe de li hev bîne, bila piştre mudaxaleyê cihên din bike. Li Efrînê çandên cuda bi hev re dijîn û aramiya wan jî gelekî baş e. Li wir jiyan gelekî xweş e. Lê Tirkiye gelên li wir wekî terorîst dibîne."
‘KOBANÊ Û EFRÎN WEKÎ HEVIN’
Çîçek destnîşan kir ku ew wekî gelên herêmê, Efrîniyan wekî terorîst tabînin û wiha pê de çû: "Kobanê û Efrîn wekî hevin. Tişta ku DAIŞ'ê li Kobanê kir, îro Tirkiye dixwaze heman tiştî li Efrînê bike. Tirkiyeyê berê bi destê DAIŞ'ê dikir, niha bixwe dike. Ez wekî kurdekî li Tirkiyeyê vê yekê rast nabînim."
‘BILA WEKÎ MÎNAK LI KOBANÊ MÊZE BIKE’
Mehmet Aladag jî anî ziman ku heke Tirkiye êrîşê Efrînê bike, dê şerê li Sûriyeyê dirêj bibe, aştiya li herêmê 10 salan paşve biçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema êrîş dest pê bike, dê gelê kurd bertek bide nîşan. Dê êrîş ji gelên herêmê re êş û azarê bîne. Kesên dixwazin êrîş bikin, bila wekî mînak li Kobanê mêze bikin. Dê kurd li dijî hemû êrîşan bersivek mezin bidin. Tiştên li Kobanê derketin pêş, dê li Efrînê dubare bibin. Ew gel bi salan e li wir dijîn, dê ji 7 salî heta 70 salî li ber êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Gelên li Efrînê ne bi tenê ne. Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Amed, Riha, Dîlok û Mêrdînê ye."
‘TEHBULA ERDOGAN JI KURDAN RE TUNE’
Bahrî Demîr jî derbirî ku ew operasyona leşkerî xelet dibîne û di vê der barê de ev nirxandin kir: "Cihê ku serokomar tirk û kurdan bîne gel hev, wan berdide hev. Dibêjin ku em li Efrînê korîdoreke kurdan naxwazin. Ew qas dewletên tirkan hene, ji devereke cîhanê jî dewleteke kurdan bê avakirin, pêşî lê digirin tu tehmûla Erdogan bi kurdan re tune."