HALEP - Endamên Tugaya Sultan Murat a Tirkmenan, li herêma Bab ê dîmenên işkenceya li dijî sivîlekî li zindana Babê belav kirin. Endamên Tugayê li hemberî dîmen ji malbatê pere xwestin. Gelê heremê ev yek şermezar kir û helwesta xwe nîşan dan.
Koma çekdar a Tugaya Sultan Murad a Tikrmenên heremên bakurê Helebê dîmenek belavkirin. Di dîmen de li ciwanekî bi tundî işkenceyê dikin. Dîmen ji malbata ciwan re şandin. Ji malbatê xwestin ku pereyan beramberî serbest berdana kurê xwe bidin. Di hermên Mertala Firatê de ev demeke bûyerên wekî revandina kesan û binçavkirin, kuştin, belav bûye. Têkildarî vê mijarê herî dawî buyera binçavkirina ciwanekî ji herêma Babê belav bû. Koma çekdar bi maşîneyekê di saetên sibehê de hate revandin. Yên îşkence kirin û dîmen belav kirin, ji malbatê bi qasê 60 hezar dolar pere xwestin. Li gorî çavkaniyên ji herêma Bab ê hate eşkere kirin ku piraniya komên çekdar li herêma bakurê Helebê di nav de Cerablus, Maraa, Ezaz, Rayî û Bab ê rastî rewşeke gendeliyê tê, di heman demê de di sireya kiryarên van grûpên çekdar de sivîlên heremê têne kuştin, revandin û işkencekirin û ev dighêje asta destdirêjî û tehdîdan.
Gelê heremên nav borî ku rojane rû bi rûyê van kiryaran tên helwesta xwe ya zelel di riya meş û çalakiyan de derxistine holê ku êdî hebûna wan li heremên xwe qebûl nakin.
MA / Erdogan Altan