MÊRSÎN – Mêrsîniyan êrîş û gefên li dijî Efrînê nirxandin û gotin: “Ev êrîş tê wateya dagirkeriyê. Yên ji Îsraîlê re digotin ‘Hûn axa Filîstînê dagir dikin’ îro ew bi xwe dê bi vê operasyonê bibin dagirker.”
Şêniyên li Mêrsînê operasyonek pêkan e li dijî Efrînê, gef û gurên Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê nirxandin û vê helwesta Tirkiyeyê wek nêzîkatiyek dagirkirinê pênase kirin.
Servet Kalbişen diyar kir ku gefên li dijî Efrînê yên Tirkiyeyê rast nabîne û divê dawî li gefxwarinan bê anîn.
‘YA KU TIRKIYE DIKE HEWLDANA DAGIRKIRINÊ YE’
Kalbîşen wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava hemû gelan şansê biratiya gelan dît. Ev model modelek xweşî dê bîne cîhanê ye. Gelên li wir bedena xwe çeper û li dijî DAIŞ’ê axa xwe parastin. Gelan xweparastina xwe bikaranîn û modela xwe afirandin. Ev hewldan dê were wateya darbeya li dijî biratiya kurd û tirkan. Tişta Tirkiye dixwaze bike hewldana dagirkeriyê ye. Îsraîlê re digotin ‘Hûn axa Filîstînê dagir dikin’ îro ew ê bi xwe dê bi vê operasyonê bibin dagirker.”
‘DIVÊ TÊKOŞÎNA BI HEV RE’
Abdulgafar Duzgun jî bal kişand ser tifaqa AKP’ê û MHP’ê û got ku ev operasyon pêk were jî dê di encama li hevkirina AKP’ê û MHP’ê de derkeve holê. Duzgun da zanîn ku ji ber kurd ji aliyê Tirkiyeyê ve wek bira nayên qebûlkirin dê ev operasyon pêk bên û got “Li dijî vê operasyonê û zilma AKP’ê û MHP’ê pêwîstî bi têkoşîna hevpar heye.”
‘QEY ME GOT TIRKIYE WELATEK BIRA YE’
Welatiyê ji Efrînê Omer Xelîl jî anî ziman ku ji bo heta roja îro Tirkiyeyê wek welatek bira ji xwe re dîtiye hatiye Tirkiyeyê û wiha axivî: “Ez tu wateyê nadim operasyona li dijî Efrînê. Hêzên YPG’ê yên li Efrînê heta niha tu gef li Tirkiyeyê nexwarine. Tu hewldanek YPG’ê wisa tune ye. Ger operasyon li dijî Efrînê pêk were dê bibe operasyonek li dijî biratiyê. Heta îro ji Efrînê guleyek jî nehatiye berdan. YPG ne tehdîd e.”
Xelîl bal kişand ser kirinên DAIŞ’ê ya li dijî mirovahiyê û anî ziman ku QSD û YPG’ê bi hev re li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dan meşandin û bi hev re hawîrdorek jiyana hevpar ava kirin.