STENBOL – Serlêdana daxwaza hevdîtina parêzeran bi miwekîla wan Ocalan re cara 723’yemîn ji aliyê Serdozgeriya Bursayê ve hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Sînan Zîncîr bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran cara 723’yemîn ji aliyê Serdozgeriyê ve hat redkirin.
Serlêdana daxwaza parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev 723 car e bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tên astengkirin.