COLEMÊRG - Hevşaredarê Şemzînanê yê girtî Seferî Yilmaz, ji ber ku nexwest bi SEGBÎS'ê tev li dozê bibe, doza wî hat taloqkirin.
Hevşaredarê Şemzînanê yê girtî Seferî Yilmaz, ji ber ku nexwest bi rêya SEGBÎS'ê tev li doza li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê tê dîtin bibe, hêj dozê dest pê nekir, hat taloqkirin. Yilmaz ji Kanûna 2016'an vir ve li Girtîgeha Ewlehiha Bilind a Wanê tê girtin û bi îdiaya "Yekitiya dewlet û welat xirab kiriye", "Endamê rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" tê darizandin.
Heyeta dadgehê doza Yilmaz taloqî 3'yê Nîsanê kir.