Girtiyên doza Nisêbînê: Xweserî jiyana hevpar a gelan e

  • rojane
  • 16:09 18 Çile 2018
  • |
img

MÊRDÎN – Danişîna doza Nisêbînê di roja 3’emîn dewam dike. Sadik Tan ê girtî di parastina xwe de got: “Xwerêveberiya demokratîk hevnasîna dewlet û civakê ye. Formulasyona bi hev re jiyankirina gelan û dewletê ye.” Ramazan Eroglu yê girtî jî got: “Em deyndarê gelê xwe ne.” 

Di 26’ê gulana 2016’an de li navçeya Nisêbîna ya Mêrdînê di “qedexeya derketina derve” de piştî 50 kesên hatibûn tahliyekirin çend roj şûn ve hatibûn girtin. Danişîna doza 50 kesên tên darizandin di roja 3’yemîn dewam kir. Danişîna darizandinê ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve li beşa avahiya Miduriyeta Saziya Sîgorta ya Ewlehiyê ya Mêrdînê pêk tê. Hin xizmên girtiyan û rojnameger piştî kotrola GBT’ê berdan salona danişînê. Danişîn bi parastina Mazlum Yaşa yê girtî ku duh nîvco mabû dest pê kir. 
 
‘XWERÊVEBERÎ FORMULASYONA BI HEV RE JIYANÊ YE’ 
 
Pişt re Sadik Tan ê girtî parastina xwe di çarçoveya “Modela xweseriya demokratîk” de kir. Tan got: “Di Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de tu aliyên cuda nayên dîtin. Destûra Bingehîn xîtabî her aliyan nayê kirin. Modela xwerêveberiya demokratîk jehrkuja feraseta netew-dewletê ye. Xwerêveberiya demokratîk hevnasîna dewlet û civakê ye. Formulasyona bi hev re jiyankirina gelan û dewletê ye. Berovajiyê tundiyê formula yekîtiyê ye. Modela ku dê her hêsan yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çareser bike jî xwerêveberiya demokratîk e.”  
 
‘AVAKIRINA JIYANA NÛ BI XWERÊVEBERIYA DEMOKRATÎK PÊKAN E’ 
 
Tan destnîşan kir ku bêyî ku azadiya kurdan bê redkirin gelê kurd dixwaze hemû gelên Tirkiyeyê bi hev re jiyan bikin û got: “Tirkiye bi aliyên xwe cuda mozaîka rengan e. Li şûna li Tirkiyeyê hemû alî sînoran ji nû ve xêz bikin, modela herî baş ku dikare bê jiyîn jî modela xwerêveberiyê ye.”  Tan di berdewamiya parastina xwe de bal kişand ser taybetmendiyên xwerêveberiya demokratîk û got ku ew ji kirinên xwe û parastina xwerêveberiya demokratîk ne poşman e. 
 
Pişt re parêzer Rengîn Ergul axivî û da zanîn ku li ser miwekîlên wan îşkencey hatiye kirin û got: “Îşkence teqez sûc e.” Ergul di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nakokiyên di îdianameyan de. 
 
Ji girtiyan Sînan Gumuş parastina xwe nekir û parêzerê wî jî diyar kir ku dê pişt re parastina miwekîlê xwe bike. 
 
‘KÎS XISTIN SERÊ ME Û ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ LI ME KIRIN' 
 
Pişt re ji girtiyan Ramazan Ergul jî mafê axaftinê girt û wiha parastina xwe bi kurdî kir: “Ez hikumeta AKP’ê, heyeta dadgehê û yên îşkence li me kirin şermezar dikim. Ez bejnda xwe li ber rêberê me Abdullah Ocalan, fermandarê xwerêveberiyê fermandar Çiyager û hemû şehîdan tewînim. Ez Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û Mazlum Dogan bi rêzdarî bibîr tînim. Dema em hatin tahliyekirin polîsan îşkence li me kir. Piştî me binçavkirin birin dibistanekê û kîs xistin serê me. Îstîsmara zayendî pêk anîn. Bila ev derbasî girtekan bibe belkî şerm bikin. Bi saetan me dest kelepçekirî rawestandin. Di jiyana xwe çêrên min ne bihîstiye li dayik, xwişk û birayên min kirin. Di bin îkencê de îfadeyên me hatin girtin. Ji min re gotin ‘Tu qebûl nekî em ê te bikujin.’ Îfade ne aîdî min in. Dibêjin ku ez kadroyê çiyê me. Bila heyeta dadgehê vê rave bike. Angaştname li gorî çi hatiye amadekirin?” 
 
‘EM DEYNDARÊ GELÊ XWE NE’ 
 
Eroglu gotina ji pêşengên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş a “Li kevirê gora min deyndarê vî gelî mir” bibîr xist û wiha parastina xwe bi dawî kir: “Em deyndarê gelê xwe ne. Ji bo vê yekê heta dawiya jiyana xwe jî ez di zîndanê de bim ez ê têkoşîna dewam bikim. Yên ku van tiştan anîn serê me diçin ku bila biçin elbet dê rojekê hesab bidin. Kenan Evren çawa hesab da, yên îro van sosretan pêk anîn û pêk tînin jî dê hesab bidin.” 
 
Parêzerê Eroglu ragihand ku ew ê pişt re parastina miwekîlê xwe bike. 
 
Heyeta dadgeha navber da danişînê. 
 

Sernavên din

21/01/2018
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:52 KNK: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî hemû Kurdistanê ye
08:29 PYD: Divê Amarîka û Rûsiya helwesta xwe zelal bikin
20/01/2018
23:28 Di bombebarana li hemberî Efrînê de: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
23:09 Daxuyaniya DYA’yê ya der barê Efrînê de
21:37 DYA û Rûsya çima destûr dan TSK'ê ku êrîşî Efrînê bike?
20:28 Kobanê û Girê Spî ji bo Efrînê daketin qadan
20:06 Bîlgen: Li Helebçeyê jî Sûreya Enfalê xwendin û sivîl kuştin
20:00 Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Serî hildin, Efrînê biparêzin
19:45 Li herema Bilbil a Efrinê şer derket
19:32 Wezîr Çavuşoglû: Me ji sedî 95 li hedefan xist
19:26 Rûsya: Me hêzên xwe ji Efrînê kişand
19:09 Kemalbay: Êrîşa li dijî Efrînê dê Tirkiye perçe bike
18:35 Piştî êrîşa hewayî dîplomasiyê dest pê kir
18:32 Balafirên TSK'ê li Efrînê herêmên sivîl hedef girtin: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan 13 kes birîndar bûn
17:35 Li dijî Efrînê êrîşên hewayî dest pê kir
16:57 ‘Li dijî rejîma OHAL’ê ji bo demokrasiyê têkoşîn’
16:36 ESP û SGDF'ê bertek nîşanî operasyonan dan
16:31 Rojnameger Ergul 5 roj in di binçavan de ye
16:10 Xebatkarên TV 10'ê: Hevalên me berdin
15:40 Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R veguherandin 'navenda îşkenceyê'
15:36 Xwestin Gurbuz Topçu bê berdan
15:03 Malbatan aqûbeta Serokê HEP’ê yê JÎTEM'ê ew kuşt pirsîn
14:56 Dayikên Şemiyê: Mirin çiye ji vê qadê bipirsin
14:32 Rojnameger Suat Karagoz serbest berdan
14:23 Baydemîr: Efrîn ne bê xwedî ye
14:21 Serdozgeriyê serlêdana malbatan dîsa red kir
14:16 Di roja 438’emîn a Yukselê de 6 kes binçav kirin
14:06 Welatiyên Efrînî: Em dê heta dawî di ber xwe bidin
13:45 Gelê Reyhanliyê di nav tirsê de ye: Kes li me nafikire
12:59 Operasyona li dijî Efrinê li dijî ruhê Eşmeyê ye
12:26 Rojnameger Şerîfe Oruç sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin
11:46 Zarokên li wargehan wekî 'raza dewletê' hesibandin
11:30 Eşîrên Ereb li pişta Efrînê ne
11:27 Polîsan Rojnameger Suat Karagoz binçav kir
11:15 Navdarên cîhanê ji bo Efrînê dest bi kampanyayê kirin
11:11 Şirket ava bi jehrî dide gundiyan, Feyzîoglu parêzeriya şirketê dike
11:08 Wan di nava 81 bajaren de yekemîn e
10:43 Erkdarê paqijiyê tecawizê 3 xwendekaran kir
10:42 Waliyê Colemêrgê wekîl û hevşaredar ji protokolê derxist
10:14 Amediyan AKP hişyar kir: Ketina Efrînê heye lê derketin tune
10:01 'Li Akkuyuyê tenê bermahî man'
09:47 Oldar: Êrîşa goran li dijî exlaq û îslamê ye
09:28 ‘Pêwist bike girtî dê wek 12’ê Îlonê tazî derkevin dadgehê’
09:28 'Kesên rêzê nîşanî cenazeyan nedin ne misilman in'
09:27 Dozger 'Rifat kurê xalê min e' sûc dît
09:26 Tunç: Ji propagandaya li dijî Efrînê faşîzmê derket
09:26 Polîsê Helîna 12 salî kuşt hêj doz lê nehatiye vekirin
09:24 HDP dê kongreya xwe bike şahiya demokrasiyê
09:23 Aborîzan Arî: Aboriya heyî li ber şerê Efrînê xwe ranagire
09:22 Rêxistinên li Hatayê: Erdogan dê winda bike
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:50 Li Eskîşehîrê qeza trafîkê: 13 kes mirin 42 kes birîndar bûn
19/01/2018
17:11 Osman Baydemîr hat berdan
17:05 Baroya Amedê Tahîr Elçî û Hrant Dînk bi bîr anî
16:47 Siyasetmedarê kurd Uysal ê li xerîbiyê jiyana xwe ji dest defin kirin
15:49 Hrant Dînk li cihê lê hat kuştin bi girseyî bi bîr tînin
15:25 Jinan bertek nîşanî îstîsmara zayendî dan: Bêdeng nemînin
15:07 Hevşaredarê Hezexê Aslan hat berdan
15:06 Rojnameger Ozlu 4 roj in di binçavan de ye
14:58 KCD: Li dijî şer û siyaseta rûxandinê, em li gel Efrînê bin
14:30 Rojnameger Karaagar bi bîr anîn: Em ê her dem meşaleya wan gûr bikin
14:26 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:15 Dînk di 11’emîn salvegera qatilkirina xwe de hat bibîranîn
14:15 Çapemeniya li dij Efrînê di hefteyekê de belav bû
13:49 ‘Sedema krîzên li herêmê nebûna hişmendiyek demokratîk e’
13:42 'Bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derkevin'
13:35 Pekoz: Operasyona Efrinê dê dawiya AKP’ê bîne
13:31 KESK: Derbeya AKP’ê ji derbeya leşkerî ne kêmtir e
13:29 Kongreya Tevgera Azadî destpê kir
12:40 Di 'Doza KCK'ê ya Çapemeniyê' de parêzer ji salonê derxistin
12:34 'Bi ruhê serhildana Kobanê em ê ji bo Efrînê dakevin kolanan'
12:18 Malbata Ocalan cara 60’emîn serî li dozgeriyê da
12:10 ‘Êrîşa li dijî goristanan ji bo kesên mayî gef e’
12:01 Serdozger: Me cilên yek tîp şandin Girtîgeha Amedê
11:49 Otobusa rêwiyan di newalê werbû: 6 kes mirin 24 kes birîndar bûn
11:45 Êdî xwarina penêrê Wanê luks e!
11:12 Li ser îxbara derew bav hepsî malê kirin
11:08 Pispora Medya Arsan: Manşet bi fermana Enqereyê tên avêtin
11:07 Înîsîyatîfa Li Dijî OHAL'ê: Em bi hev re dengên xwe bilind bikin
10:57 ‘Destwerdana li dijî Efrînê dê çareseriyê asteng bike’
10:25 ‘Zarokên me kefen jî li xwe bikin, dê kincên yek tîpî qebûl nekin’
10:24 Şener: Erdogan bi MHP’yê dileyize, pêşiya CHP’ye digire, HDP’yê jî ditepisîne
10:23 ‘Yekîtiya neteweyî dê pirsgirêkên kurdan çareser bike’
10:22 Gelê Rihayê berxwedana Kobanê bi bîr xistin
10:02 ‘Di OHAL’ê de her tişt qedexe ye, lê tiryak û fihûş serbest e'
10:00 Dîmenên îşkenceyê şandin û pere xwestin
09:59 Arkeolog Ozar: Tişta li Sûrê tê kirin ne texrîbat qirkirin e
09:58 Dayîka girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:49 ‘Yên vê operasyonê bikin dê wek Îsraîlê bibin dagirker’
09:47 Êrîşa li dijî goran li dijî wîcdan û aqilan e
09:47 Nikarin êm bikirin sewalên xwe bi gûniyan xwedî dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2018'AN
18/01/2018
19:50 Dema Rewşa Awarte 3 mehên din jî hat dirêjkirin
16:59 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:33 Rojnameger Durgut serbest berdan
16:23 Ji ber ku Yilmaz SEGBÎS red kir doza wî taloq kirin
16:09 Girtiyên doza Nisêbînê: Xweserî jiyana hevpar a gelan e
15:45 FEDA, CÎK û NAV-YEK: Li Efrînê xwedi derkevin
15:22 Egîtîm Senê bertek nîşanî binçavkirinan da