NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên Kurdan ên baweriyan FEDA, CÎK û NAV-YEK'ê li dijî hewldanên êrîşên hikûmeta Tirkiye ya li dijî Efrînê, bang li her kesî kirin ku dengê xwe bilind bikin û li Efrînê xwedî derkevin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) ji bo Efrînê banga xwedîderketinê kirin. FEDA di daxuyaniya xwe de bang kir û got: "AKP nikarae xwe li avakirina sîstemeke demokratîk a ji biratiya gelan û baweriyan û aştiyê pêk tê rabigire. Rejîmên demokratîk ên li dora Tirkiyeyê wê rûyê wê yê faşîst bêhtir nîşan bide û neçar bihêle ku demokratîk bibe. Ji ber vê yekê, faşîzma AKP'ê êrîşî Rojava dike. AKP dixwaze, kevneşopiya dewletê ya qirker li ser Elewiyên li Efrînê jî bidomîne. Ji Mûaviye ve em vê zîhniyetê nas dikin. Ev polîtîkaya faşîst qirker-nîjadperest wê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bixe nava şerekî ku li çar aliyên welat belav bûye."
FEDA'yê bang li hemû rêxistinên Elewiyan û her kesên ji vê sîstemê aciz in kir ku bi hev re tevbigerin, di eniya demokrasiyê ya dijî faşîzmê de li hev bicivin û wiha got: "Bêyî ku sibe dereng bibe, em îro ji bo Efrînê di nava refên têkoşîna hevpar de li hev bicivin."
'WÊ DAWÎ LI ERDOGAN BÊ'
Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî da xuyakirin ku ji destpêkirina desthilatdariya AKP'ê û pê ve Rojhilata Navîn û cîhana Îslamê veguherîne gola xwînê û got: "Ji Lîbyayê heta Afgan3ıstanê yên ku fitneyê dikin û tevlîheviyê dikin AKP û serkêşê wê Erdogan e. Yê ji DAÎŞ'ê heta El Nûsra hemû rêxistinên terorê ava kir, organîze kir û desteka lojîstîkê da AKP ye. Piştî ku DAÎŞ qediya niha bi xwe dikevin dewrê. Di şexsê Erdogan de polîtîkaya Sûriyeyê îflas kiriye. Piştî ku Reqa hate rizgarkirin, ev şaş bûn bê wê çi bikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kurdên Misilman wê heta dawiyê bi Efrînê re bin û hat gotin: "Divê AKP û Erdogan biçin. Êrîşa li dijî Efrînê wê dawiyê li Erdogan bîne. Lewma em bang li gelê xwe dikin ku li dora Efrînê bicivin. Bêyî ku li benda êrîşa Tirkiyeyê bisekine, divê li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê dakeve qadan. Xwedê dibêje, 'Zalim wê ji ber zilma ku kirine bi qulopanî têkbiçin'. Aqûbeta Erdogan jî wê wiha be."
'GELÊ KURD WÊ VÊ QEBÛL NEKE'
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) jî daxuyanî da û gef û êrîşên hikûmeta Tirkiye yên li ser Efrînê şermezarkirin û got: "Dewleta Tirk mîna ku li Kobanê, Şengal û Bakurê Kurdistanê kir, rûyê xwe yê înkar û kujeriyê careke din nîşan dide. Piştî ku planên êrîşê yên AKP bi salan e dike ji aliyê berxwedana Rojava ve hatin pûçkirin, vê carê êrîşî Efrînê dike. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Gelê Kurd di nava her şert û mercî de wê vê qebûl neke. Ji bo mîna li Şengalê li Efrînê jî trajedî rû nede, di serî de Êzidî divê hemû hêzên demokratîk û pêşverû li her devera cîhanê dakevin qadan û li dijî faşîzmê li cem Efrînê cih bigirin."