WAN – Şaxa Egîtim Senê ya Wanê binçavkirina 6 endamên xwe yên duh li Wanê hatin binçavkirin şermezar kir.
Polîsan duh li Wanê bi ser gelek malan de girt û 6 endamên Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê biçav kiribû. Şaxa Egîtim Senê jî li dijî binçavkirina endamên nerazîbûn nîşan da û bi civîna çapemeniyê şermezar kir. Di civînê de Sekreterê Şaxê Orhan Buran axivî û diyar kir ku girtina îfadeyên endamên wan Şakir Kalay, Mehmet Garîp Yavîç, Murat Başkara, Abdulmecît Karaçelîk, Ferhan Aslan û Muzahît Karakuş ên li Miduriyeta Polîsan dest pê kiriye û got: “Bi mehane em wek sendîka li dijî zextan li ber xwe didin. Sendîkaya me bi mehane ji bo kar, nan û mafên xwe li ber xwe didin. Dixwazin bi van zext û êrîşan têkoşîna sendîkaya me ya li dijî bêedaletî û neheqiyê bitepisînin. Vê binçavkirinê jî me şaş nekir.”
Buran destnîşan kir ku binçavkirin bêhiqûqî pêk hatine û daxwaz kir ku endamên wan binçavkirî demildest bên berdan.