ENQERE – Polîsan di roja 436’emîn de carek din mudaxeleyî çalakiya Kolana Yukselê kir û 5 kes binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça bi boneya hatin îxrackirin û carek din vegerin karê xwe ket roja 316’an. Li Kolana Yukselê jî bi boneya piştgiriya Gulmen û Ozakça çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” di roja 436’emîn de dewam kir. Çalakvanan xwest li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê ku bi bariyerên polîsan hatiye hepskirin, çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan destûr neda çalakgeran. Çalakger jî li Kolana Konurê li hev kom bûn. Çalakgerên xwestin dest bi çalakiya xwe bikin, lê polîsan di heman kêliyê de mudaxele kir û 5 çalakvanan binçav kirin.