EFRÎN– Bi hezaran welatiyên Efrînê bi armanca şermezarkirina êrîşên TSK'ê ya li dijî Efrînê daketin kolanan û dest bi meşê kirin.
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê li navenda bajêr bi boneya êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li dijî Efrînê şermezar bikin li hev kom bûn û dest bi meşê kirin. Welatî ji hemû aliyên Efrînê ve berê xwe dan Çerxeriya Newrozê ya li navenda bajar. Welatiyan di destê xwe de alên YPG, YPJ û QSD’ê vekirin û li dijî êrîşên TSK'ê dirûşmeyan berz dikin. Li piraniya Efrînê dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin û ji zarokan heta kal û pîran her kes beşdarî meşê bû.
Meşa li dijî êrîşên ser Efrînê didome.