ENQERE – TMMOB'ê li dijî dirêjkirina OHAL’ê daxuyanî da û diyar kir ku AKP li şûna pirsgirêkên gel çareser bike, Tirkiye dixe nava şer û ji bo ser krîza heyî bincil bike şer sor dike. TMMOB'ê da zanîn ku AKP, dixwaze Rewşa OHAL'ê bike rewşa şer."
Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyariyê ya Tirk (TMMOB), têkildarî 6'emîn car dirêjkirina OHAL'ê daxuyaniyek nivîskî da. TMMOB'ê bi îmzeya Serokê Giştî Emîn Koramaz daxuyanî da û dirêjkirina OHAL'ê rexne kir. TMMOB'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Armanca OHAL’ê ewe ku hemû derfetên dewleta Tirkiye bê sînor pêşkêşî AKP'ê bike. Dixwaze rejîma tirsê ava bike. AKP Rewşa Awarte kiriye rewşa şer. OHAL'a ku 18 mehin didome carek din hat dirêjkirin. AKP'ê carek din bê sedem û li dijî hiqûqê 3 mehên din OHAL dirêj kir. Armanca OHAL'ê rejîma AKP’ê bike rejîma tirsê. Karkerên ku li ber Meclîsê agir berdidin bedena xwe û karkerên li ber ÎŞKUR'ê xwe tazî dikin rewşa betaliyê ya li Tirkiye nişan dide. Rewşa krîza li Tirkiye li ber çavan radixe. Dirêjkirina OHAL'ê tenê kuştin, kaos, krîzê tîne. Edalet û hiquqê ji holê radike. Zextên li ser muxalifan zêde dike. Em ji vê rejîma tundî û li dijî mafan re dibêjin êdî bes e. Ji bo pêjeroja Tirkiye divê bi lezgîn OHAL bê rakirin. Divê dawî li KHK'yan bînin û OHAL'ê bi dawî bikin."