ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê bertek nîşanî hewldana êrîşeke li dijî Efrînê da, aşkera kirin ku gelê kurd çawa xwedî li Kobanê derketiye, dê xwedî li Efrînê jî derkeve û ev tişt gotin: "AKP rêveberiya demokratîk a li Efrînê naxwaze."
Welatiyên Şirnexê bi salan e li herêmeke ku şer lê zêdeyî de dijîn, bertek nîşanî hewldana operasyoneke li dijî Efrînê dan. Beşîr Katar piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê, bûyerên li bajarên Kurdistanê bi bîr xist û ev tişt got: "Ruxmê hemû gotinên neyînî yên hikumetê jî kurdan axa xwe parast. Tu kes şer naxwaze, ez wekî welatiyekî kurd ez jî naxwazim. Heke dewlet biçe wir şer bike, ev di warê misilmantiyê de jî zilmeke mezin e. Li wir mirovên sivîl hene. Heke êrîşeke bombeyî pêk bê dê sivîl bên qetilkirin."
Katar bang li gel kir ku vê zilmê qebûl nekin û wiha got: "Divê em hemû bi hev re li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Piştgiriya ji bo Efrînê dê aştî û hevgirtinê xurt bike."
‘RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK NAXWAZIN’
Safiye Belge jî da zanîn ku jin li dijî şer û alîgirê aştiyê ne û wiha pê de çû: "Divê her kes bi awayekî azad li ser axa xwe bijî. Ew ax aydê efrîniyan e. Ma ev heqê xwedê ye mirov biçe axa wan dagir bike. Heke niyeta wan Kobanêya duyemîn be, çi ji destê me bê em ê ji bo gelê Efrînê bikin."
Hevserokê DBP'a Şirnexê Yakup Barkin destnîşan kir ku piştî mutabaqata di navbera AKP-MHP'ê de ev gefên li dijî kurdan bi pêş ketiye û ev nirxandin kir: "Em ê vê qebûl nekin. Em çawa xwedî li Kobanê derketin, em ê xwedî li Efrînê jî derkevin. Tişten der barê Efrînê de li dijî demokrasiyê ne. Dixwazin li dijî kurdan tundiyê bi pêş bixin."