ÎZMÎR - Endamê Partiya Şoreşger Ronî Dîtin Goren ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Şakranê tê girtin, bi îdiaya wêneyê Vladîmîr Lenîn "Li ser dîwarê girtîgehê" daliqandiye, cezayê dîsîplînê lê hat birîn.
Endamê Partiya Şoreşger Ronî Dîtin Goren ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Şakraka Îzmîrê de tê girtin, bi hinceta wêneyê yek jî pêşengê Oartiya Komînîst a Yekitiya Sovyetê Vladîmîr Lenîn daliqandiye, cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Goren ê di 1'ê Hezîrana 2017'an de di operasyona li dijî Partiya Şoreşger de hat girtin, wêneyê li kêleka cihê xwe daliqand, di lêgerîna koxûşê de desteser kirin. Ji ber wêne li ber cihê xwe daliqandiye, cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Goren di îfadeya xwe de diyar kir ku Midurê 2'yemîn aşkera kiriye ku ew kesê di wêneyê de nas nake û gotiye ku "Xwazî we wêneyê Recep Tayyîp Erdogan daliqanda. Hêviya me ew e, hûn wî daliqînin."
GOTIN 'DÎWAR XÊZ KIRIY' CEZA DAN
4'emîn Dadgerê Cezayê Sulhê yê yê Îzmîrê, di çarçoveya lêpirsînê de, ji ber Goren wêne li ber cihê xwe daliqandiye, li gorî xala Qanûna Der Barê Înfaz û Tevdîrên Ewlehî û Ceza ya bi Hejmara 5275'an, bi îdiaya "Dîwar xêz kiriye" mehek cezayê dîsîplînê hat birîn, mehekê ji mafên civakî bê par hat hiştin.