ÊLIH – Berdevke Platforma Edalet û Maf Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku desthilatdarî rizyaye, divê li cihê wê dewleteke hiqûqê ya demokratîk bê nîqaşkirin û bixin rojevê.
Di navbera avakarên AKP'ê û kesên piştre tev li bûn de krîz her ku diçe kûr dibe. Hevkêşeya di navbera blokan de li ser medyayê dewam dike, Berdevkê Platforma Edalet û Maf Omer Faruk Gergerlîoglu yê bi Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) ji kar hat îxrackirin, da zanîn ku AKP'ê hemû endamên avakar ji partiyê dûr xistiye û ji nirxên avakar dûr ketiye. Gergerlîoglu, diyar kir ku daxuyaniyên Abdullah Gul jî gelekî girîng in.
‘WEDÊN JI BO DEMOKRASIYÊ JI BÎR KIRIN’
Gergerlîoglu destnîşan kir ku dema AKP hatiye desthilatdariyê gotiye ku ew ê OHAL'ê rake, lê niha OHAL li her derî belav kiriye, hemû kesên di avakirina AKP'ê de cih girtine ji derve hiştiye û partî di destê yek kesî ve berdaye. Gergerîoglu bi lêv kir ku hemû wedên demokrasiyê ku dane ji bîr kiriye.
‘HIŞMENDIYEKE ANTÎ DEMOKRATÎK LI PÊŞ E’
Gergerlîoglu 16 salên AKP'ê yên û asta ku hatiyê wiha şîrove kir: "Di sala 2001'an de gotin ku 'Tu dixwazî deng bide û dixwazî deng nede, kerem bike hemwelatiyê me rêvebirin di destê te de ye. Heke wedên te yên demokrasiyê hebin, em li pêşiya te nabin asteng.' Ev tiştekî girîng e. Hewayeke nerm ava bû. Gavên demokratîk avêtin. Lê rotaya dawî di aliyekî din de qulibî. Ji rê derket û veguherî pergaleke antî-demokratîk. Di sala 2010'an de ji demokrasiyê dûr ketin. Yanî pêvajoya çareseriyê bê daxwaza wan û bê hewes dewam kir. Vê nexwestinê jî pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Piştî wê jî bê çareserî ket dewrê."
'TIŞTÊN QEWIMÎN BÊ ÇARESERÎ YE'
Gergerlîoglu li ser pirsa "Dê ji ne çareseriyê xêrek derkeve?" jî rawestiya û aşkera kir ku di vê pêvajoyê de AKP'ê jî zerarek cidî dîtiye û wiha got: "Bi vê re avakarên partiyê jî rexneyên xwe kirin û îstifayên xwe dan. Herî dawî Abdullah Gul mabû. Piçek maye ku wî wekî terorîst îlan bikin."
Gergerlîoglu anî ziman ku AKP ji nirxên xwe dûr ketiye û hevkariya di navbera AKP-MHP'ê de jî wiha nirxand: "MHP tev li wê bû û vê yekê qet ji bo xwe pirsgirêk nabîne. Dibêje ku ez piştgiriyê didim hemû polîtîkayê wê. Tu wekî MHP'ê ava bûyî? Wê demê divê tu xwe di lêpirsînê re derbas bikî. Niha jî qala hevgirtineke herêmî û neteweyî dike. Yanî xwedî derketina vê statukoyê, hemû îdiayên te red dike, ev tê wateya xwedî derketina statukoya ku te rexne dikir. Ev tê wê wateyê ku tu paşve vedigerî. Tuyê bi vê xwe bigihînî ku."
‘REXNEYÊN GUL GIRÎNG IN’
Gergerlîoglu da zanîn ku daxuyaniyên Serokomarê berê Abdullah Gul jî girîng in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Acizbûna Gul acizbûna hilbijêrên AKP'ê ye. Ji xwe desthilatdarî rizya ye. Li cihê wan divê dewleta hiqûqê ya demokrasiyê bê pêşxistin û bikeve rojevê."