EFRÎN - Rayedarên hikûmeta Tirkiye di her axaftinên xwe de gefên êrîşî Efrînê bike dixwe. Li aliyê din tang û topên xwe dikîşîne ser sînorê Efrînê û amadekariyên êrîşê dike. Li dijî vê yekê bertek jî zêde dibin. Her çend tenê bi Efrînê sînor bikin jî tê gotin ku TSK armanc dike ku piştî ket Efrînê heta Bab, Cerablus û Ezazê jî belav bibe. Lê pispor diyar dikin ku ger Tirkiye têkeve Efrînê dê xwe di nava şerê Sûriyeyê de bibîne.
Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan di rojên dawî de li dijî Efrînê gefan li ser gefê dixwe. Di rojên dawî de rayedarên hikûmeta AKP/MHP'ê bi daxuyaniyên xwe diyar dikin ku dê di demek nêzîk de êrîşî Efrînê bikin. Serokê MHP'ê Bahçelî got "Divê Tirkiye di wextekî herî nêzîk de têkeve Efrînê" Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan jî got "TSK dê pirsgirêka Efrîn û Minbicê hal bike. Amadekariyên me temam bûne. Di her gavê de em dikarin têkevin Efrînê." TSK jî bi TIR'an tang û topan dikişîne ser sînor. Rojên borî Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Ryan Dillon û Berdevkê Pentagonê Serbaz Adrian Rankine Galloway jî der barê Bakurê Sûriye de daxuyanî dan. Bi van daxuyaniyan operasyona pêkan a li dijî Efrînê ket rojeva cîhanê. Bi taybetî piştî Dillon got "Efrîn ne qada me ye. Me eleqeder nake bi taybetî rê li pêş Tirkiyeyê vekir. Tirkiye wekî ku DYA destûr dabe tev digere.
Çapemeniya Cîhanê diyar dike ku operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê dê pir dijwar be. Çapemeniya cîhanê destnîşan dike ku ev operasyon ji bo TSK'ê dê gelek dijwar be û bedela wê pir giran be. Dîsa destnîşan dikin ku li pişt van gefên Erdogan daxwaza ku têkeve Idlibê heye.
Di civîna Astana ya 7'an de biryara "Li Îdlibê herêma bê şer hatiye îlankirin" dan Tirkiye. Li dijî Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) erk dan komên Mertalên Firatê yên Tirkiye. Rusya xwest bi vê hewldanê HTŞ zeîf bike û Operasyona li dijî Îdlibê hêsan bike. Lê Tirkiye erka xwe pêk neanî.
RUSYA
Erdogan li Îdlibê ket zor û zahmetiyê. Di siyaseta hundir de ket nava tengasiyan. Erdogan di anketa hilbijartinê ya 2019'an de encama ku dixwest bi dest nexist. Erdogan, ji bo van rojevan belav bike Efrîn xist rojevê. Dîsa bi Rusya û DYA re li masê rûnişt û dest bi bazarê kir. Rusya, dixwaze HTŞ û Hêzen Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hev re bide şerkirin û herdu hêzan lawaz bike. Dixwaze destê rejîmê bi hêz bike. Li aliyê din jî dixwaze TSK û HTŞ'ê bi hev bide şer kirin û destê Tirkiye yê li Sûriye lawaz bike. Li milê din Rûsya her çend bêdeng be jî destûr nade ku QSD têk biçe. Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo diyar kir ku têkiliya wan û Rûsya bi hev re heye lê heta niha daxwaz ji Rûsyayê nekirine.
DYA
Li milê din Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî, DYA û Pentagonê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew destûr nadin ku QSD têk biçe. DYA naxwaze Rûsya li Idlibê bi tenê bimîne. Her çend aşkere neke jî nîşan dide ku dê QSD'ê li dijî êrîşên Tirkiye biparêze. Rûsya dizane ku her çend Tirkiye têkeve Efrînê jî tenê li vir bi sînor namîne û dê têkeve Îdlib, Şehba, Halep, Hama û Humusê.
QSD
QSD jî bi aşkere piştgiriyê ji DYA û Rûsya distîne. Hêzen hegemonîk jî bi tu awayi piştgiriya xwe ji ser QSD'ê nekişandiye. QSD hebûn û mayîna DYA'yê bi xwe ve girê dide. DYA armanc dike ku bi riya QSD'ê li ser sînor artêşa xwe ava bike.
QSD dizane ku ger Tirkiye êrîşî Efrînê bike jî tenê dikare bi destûra Rusya û DYA êrîş bike. Dizane ku ne li Iraq, ne li Sûriye û ne jîli Herêma Federal a Kurdistanê tu kesî xwe li pêş DAIŞ'ê ne parast û tenê hêzên girêdayî QSD'ê li dijî DAIŞ'ê şer kir û gelek herêm ji DAIŞ'ê xelas kir. Dîsa dizane ku TSK têkeve Efrînê tenê li vir bi sînor namîne û dê derbasî Bab, Cerablus û Ezazê jî bibe. Ger ku TSK têkeve herêmê jî dê neçar bimîne ku bi QSD'ê re şer bike. Pişt re dê Rûsya û DYA jî piştgiriyê bide QSD'ê û Tirkiye dê têkeve nava şer.
MA / Erdogan Altan