AMED – Pêşiya Apartmana Sebatê ya Rojnameya Agosê, ku rojnameger Hrant Dînk lê hat kuştin, dê veguherînin Navenda Bîrê ya Hrant Dînk. Dê naveroka projeyê piştî pêvajoya nîqaşê bê diyarkirin.
Cihê ku Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19'ê Çileya 2007'an de lê hat qetilkirin, dê veguherînin Navenda Bîrê ya Hrant Dînk. Komeleya Bi Hev re û Weqfa Hrant Dînk, bi hev re projeyê amade dikin dê DVV International pêşandanê bike. Dîrektora Komeleya Bi Hev re Ayşe Oktem der barê projeyê û mînakên wê yên li cîhanê de axivî.
Oktem da zanîn cihê ku Dînk lê hatiye qetilkirin, cihê Rojnameya Agosê ye, ofîsa Dînk jî li wir e û ev jî gelekî girîng e. Oktem aşkera kir ku armanca wan ew e ku ew vê yekê bi pêvajoyeke nîqaşê re diyar bikin û di vê çarçoveyê de der barê tiştên dê bikin de ev agahî dan: "Dê di çarçoveya projeyê de 5 panelên navneteweyî bên lidarxistin û dê li tevahiya cîhanê bi pisporên vê mijarê re panel bên lidarxistin. Piştî panelan, dê atolyeyên di vê der barê de bên çêkirin. Bi vî awayî ev pêvajo hem zelal dibe, hem jî hemû kesên ku eleqedar dibin tev lê dibin û piştgiriyê didinê."
Oktem diyar kir ku ne mecbûr e ku navendên hişmendiyê tenê cihwarên êşê bin, wekî avahiyên kolektîf jî dikarin bên xebitandin û çend mînak ji cîhanê da: "Mînak Tenement Museum a li New Yorkê, avahiyeke bîrê nîşan dide. Li wir xizan jî, êş jî û hêvî jî hene. Navenda bîrê ya li Nîvgirava Gelîboluyê ye. Lê ji ber ku di dîroka mirovahiyê de gelek êş, zilim hatiye kişandin, rasterast êş tê hişê mirovan. Nexwe avahiyeke bîrê ya avakirina li ser êşê ez rast nabînim, divê li ser hêviyê bê avakirin. Mînak li Saraybosnayê 'Tunela Hêvjiyê' heye. Di dema dorpêça Saraybosnayê de, tunela bajêr bi balafirgehê ve girê dide. Gelê Saraybosyanê, hezar û 425 rojan bi saya wê tunelê xwe digihîne balafirgehê, bi wê rêyê av û xwarin tê bajêr. Ev êşeke gelek mezin û zehmet e, lê di heman demê de hêvî û serkeftinek û remza jiyanê bi xwe re tîne."
Oktem behsa rêxistineke sivîl a bi navê “Bi Bîranînê Başbûyîn- Healing Through Remembering” a Bakurê Îrlandayê jî kir, da zanîn ku rêxistinê muhasebeya şerê navxweyî kiriye û alî anîne gel hev. Oktem, da zanîn ku heman rêxistinê di çarçoveya projeya "Çîroka xwe bêje" de, ji aliyên ku tev li şer bûne xwestiye ku çîrokê xwe bêjin û ev tişt anî ziman: "Kesên ku çîrokên xwe dibêjin, bi kesên wekî 'dijmin' dibînin û 'yên wêderkirî' re hevrû dibin. Ew mirovbûna yên ku 'wêder' kiriye, êşa wî dibîne. Ya rast ne wek kesekî 'wêderkirî' xwe dibîne. Her pevçûn di heman demê de mirovan birîndar dihêle. Tişta ku em dibêjin travma, ji xwe birîndarî ye û ev birîn tenê bi hev re dikare bê pêçan. Ev kesên ku proje amadekiriye dibêjin."
AVAHÎ WAN DIYAR DIKE
Oktem destîşan kir ku di projeyê de avahî ew diyar nakin, cihê ku bûyer lê qewimî ye diyar dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di gelek rewşan de cih xwe diyar dike. Hrant Dînk li ber ofîsa xwe hat kuştin. Hem li wir dixebitî, hem hildiberand û hem jî cihê lê hat kuştin e. Cihekî din nabe avahiya ku bîra wî ava dike. Cihê ku işmendiya Girtîgeha Ulucanlarê jiyanî bike, Girtîgeha Amedê jî wisa ye. Li Anatolyaya Navîn ew qas cih hene ku bibin navendên hişmendiyê, dêrên ku hatine terikandin, goristanên ku bi tunebûnê re rû bi rû ne. Hêj komkujiyên di hişê kolektîf ê gelên herêmê de, çemên bi rojan xwîn herikîn. Şikeftên bi êş ên li Dêrsimê gel baş dizane. Girtîgeha Amedê, an jî cihê ku sêdara ji bo Şêx Seîd hat danîn, ev cih hemû baş xwe nîşan didin."
DÊ MIROVÊN WIR VAN AVAHIYAN MAYÎNDE BIKIN
Oktem derbirî ku wan wekî berdewama projeyê cihek diyar nekiriye, dê mirovên li vê erdnîgariyê vê yekê berdewam bikin û dê wekî sazî piştgiriyê bidin û wiha got: "Di çarçoveya vê projeyê de, piştî qedandina projeyê, dê Komeleya Bi Hev Re ji avahiya hişmendiyê re bibe piştgirî. Kesên van avahiyan bibînin, ava bikin û bidin jiyîn, mirovên wir in."
Oktem aşkera kir ku bi projeya Avahiya Hişmendiyê re, bi paralelî bi Bernameya Xchange (Guhertin) re, xwendekarên di warê hişmendiyê de li Tirkiyeyê dixebite, profesyonelên ciwan û dildar, şandine avahiyên hişmendiyê yên deverên cuda ên cîhanê.
BI MÎNAKÊN CÎHANÊ RE HÎNBÛN
Oktem anî ziman ku di çarçoveya projeyê de kesên şandine, 60 rojan di xebatan de cih digirin û piştî vedigerin Tirkiyeyê piştgiriyê didin xebatên tên meşandin û wiha axivî: "Armanca ji vê, di dema vegerê de an di Navenda Hişmendiyê ya Hrant Dînk de, an jî cihên ku wan bi xwe vekiriye, an jî dikarin piştgiriyê bidin avahiyeke hişmendiyê ya din dibin û piştgiriyê didin nîqaşên navendên hişmendiyên li Tirkiyeyê."
Oktem got ku "Em vê wekî pêvajoya parvekirin û hînbûnê" dinirxînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hûn tev li xebateke avahiya bîrê dibin, hîn dibin, tev li nîqaşan dibin, pêşketinan dişopînin. Dema hûn vedigerin jî an tev li avahiyeke li Stenbolê hatiye avakirin dibin an jî li herêma xwe dimînin. Di sala 2017'an de 8 hevalên me çûn herêman, di sala 2018'an de em ê 10 kesan bişînin."
MA / Dîcle Muftuoglu