ÎZMÎR - Welatiyên li Îzmîrê bertek nîşanî dirêjkirina Rewşa Awarte dan û wiha gotin: “Bi her awayî OHAL zirarê dide, derûniya me xerab kiriye, bila êdî rabe.”
Desthilatdariya AKP’ê ku piştî hewldanên darbeyê Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir, diyar kiribû ku dê di 3 mehan de rake. Lê ligel 3 meh darbas bûn jî, 5 caran hat dirêj kirin. Bi hinceta OHAL’ê bi sedan çalakî hatin astengkirin û qedexe irin. Êdî li Tirkiyeyê jiyaneke aram nemaye û her diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Di OHAL’ê de herî kêm 52 kedakarên cemaweriyê xwestin dawî li jiyana xwe bînin û bi dehan kes bi hinceta “Li gorî hişyariya raweste” tevnegeriyane hatin kuştin. Tirkiye ku ber bi rejîmeke tekperest ve diçe, di Rapora Azadiya Cîhanê ya 2018’an a dawî de, di nava kategoriyên “Welatên ne azad” de cih digire. Welatiyan ev tabloya tarîtiyê nirxand û şermezar kirin.
'TU CARÎ TIRKIYE WISAN XERAB NEHAT BIRÊVEBIRIN'
Mustafa Kentlî ê 55 salî, diyar kir ku divê li dijî OHAL’ê hemû kes mafê xwe yên demokratîk biparêzin û wiha axivî: “Divê hesabê van hemû bêmafiyan bên pirsîn. Tu carî Tirkiye wisan xerab nehat birêvebirin. Em di serdemek gelek xerab de ne û hemû kes vê yekê dizane. Ji bêhiqûqiyê ev rewş rû dide. Divê hemû kes li gorî hiqûqê tev bigerin. Êdî hemû cîhan dizane ku em welatekî ku li dijî demokrasiyê ne. Divê OHAL bê rakirin. Hêzên demokratîk divê ji bo vê yekê çalakiyên demokratîk li dar bixin.”
'OHAL TENÊ JI XÊRA DESTHILATDARIYÊ RE YE'
Bahattîn Eren ê 50’î salî jî, diyar kir ku êrîşên heyî bi dawî nabin û wiha got: “OHAL tenê bi kêrî desthilatdariyê tê. Li şûna ku OHAL’ê dirêj bikin, bila guh bidin daxwazên gel. Ez gel im. Ev rewş li xweşiya kesekî naçe. Em tenê dixwazin hemû kes rêzê nîşanî hev bidib û di nava vî welatî de azad bijîn. Pêdiviya gel bi aştî û hizûrê heye. Destpêkê bila van daxwazan bînin cih. Li Tirkiyeyê gelek gel dijîn. Ji bo gelekî kindar û cûdakar neyê avakirin divê OHAL bê rakirin.”
Eren, da zanîn ku OHAL herî zêde bandorê li ser jiyanê dike û wiha bi lêv kir: “OHAL bandorê li aboriyê jî bandor dike. Bi her awayî kedkar û karker bi rewşên pir zor û zehmet re rû bi rû ne. Her diçe, betalî zêdetir dibe. Di bin navê OHAL’ê de kedxwariyê dikin. Li gel ku ez emekdar im, neçar im ku bixebitim. Êdî hêza gel a kirînê nemaye. Kîloya firîngiyan bûye 7 TL. Buhayê ceyran û avê berîkan dişewitîne. Îro bi qasî cîhanê bombeyan tavêjin Sûriyeyê. Ev hemû ji berîka me derdikevin. Li şûna van bikin, bila ji bo gelê min bikin. Şûna ku OHAL’ê dirêj bikin, bila zikê gelan têr bikin.”
'BI HER AWAYÎ ZIRAR E'
Ozge Akbaş a 24 salî jî, dest nîşan kir ku ji zarokan bigirin heya jinan derûniya hemû kesê xerab bûye û wiha axivî: “Êdî mirov bi fikarên mezin derdikevin derve. Bi her awayî dengên me tên qûtkirin. Ji roja AKP bûyî desthilatdar û şûn de dengê me tê birîn û em nikarin dengê xwe derxin. Bi îlankirina OHAL’ê re ev yek zêdetir bû. Herî zêde cînayetên jinan û tecawîza zarokan di vê serdemê de zêde bûn. Bi her awayî OHAL zirarê e. Divê demildest dawî li van pirsgirêkan bên û OHAL bê rakirin.”
'TIRKIYEYÊ REZÎL DIKIN'
Welatiya bi navê Huriye Ozkaygan jî, diyar kir ku daxwazên gel ne di xema wan deye û wiha got: “Der barê pêşerojê de fikarên min hene. Tenê desthilatdarî dixwaze OHAL bidome. Bi OHAL’ê re desthilatdarî hemû bêmafiyên dixwaze pêk tîne û dixwe pratîkê. Hemû desthilatdariyên zirarê didin Tirkiyeyê divê îstîfa bikin. Divê hemû kes dest ji qoltixên xwe berdin. OHAL ji bo tu civakê ne pêwîst e. Qethiyen ne ji bo ewlekariya mirovan e. Ger wisan bûya, dê evqas mirov nehatana kuştin. Tekane daxwaza me rakirina OHAL’ê ye. Bi vê yekê Tirkiyeyê rezîl dikin.”
MA / Ayşe Surme