25 sal derbas bûn: Ez bimirim jî ezê rojnameyê bigihînim gel

  • rojane
  • 08:56 18 Çile 2018
  • |
img

WAN - Rojnameger û belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê hat kuştin bi gotina "Heta ez hebim ez dê rojnameyan belav bikim. Ez bimirim jî ez dê vê rojnameyê bigihînim gel" di hiş û aqilan de ma. Tevî ku 25 sal derbas bûn jî hêj kujerê Karaagar nehat dîtin. 

Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, 25 sal berê di 19'ê Çileya 1993'an de li Kolanên Cumhuriyetê nêzî kuçeya 2'ê Nîsanê ya Wanê dema diçû malê hat kuştin. Karaagar, di serdema darbeya 12'ê Îlonê de 2 sal û nîvan li Girtîgeha Amedê hat girtin. Piştî hat berdan di rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Wanê de cih girt. Di sala 1991'an de dest bi xebat û belavkirina Rojnameya Ozgur Gundemê kir. Di ser kuştina Karaagar re 25 sal derbas bûn, lê hêj kujerê Karaagar nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. Hevsera Karaagar Sinem Karaagar û xwişka Karaagar Şengul Aci, qala jiyan û têkoşîna Orhan kirin. 
 
TEVÎ HEMÛ GEFÊN KUŞTINÊ JÎ ROJNAME BELAV KIRIN
 
Hevsera Orhan Karaagar Sinem Karaagar diyar kir ku rastî gelek zext û tundiyan hat û tevî hemû zextan dîsa jî rojname belav dikir û wiha got: "Ji ber ku rojname belav dikir hat kuştin. Ji belavkariya rojnameyê pir hez dikir. Dema rojname belav dikir her dem gef lê dihatin xwarin û di bin zextan de bû. Beriya ku bê kuştin 3 caran hat binçavkirin. Polisan xwest rojnameyê berde. Gefa 'Rjnameyê berde' li wî xwarin. Lê wî jî got: ‘Heta ez hebim ez dê rojnameyê bifiroşim. Ez bêm kuştin jî ez dê vê rojnameyê bigihînim gel. Heta hat kuştin jî rojname belav kir." 
 
'EZ DÊ LI PIŞT FIKRÊN XWE BIM'
 
Karaagar, anî ziman ku piştî hevserê wê Orhan hat kuştin, ji bo kujer bên dîtin û darizandin serî li hemû rayedaran dan, lê 25 sal derbas bûn hêj kujer nehatine dîtin û darizandin. Sînem Karaagar, da zanîn ku ew dê heta dawî şopdarê doza Orhan bin û wiha got: "Ji bo kujer bên dîtin û darizandin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta em bimirin em dê şopdarên doz û fikrên wî bin. 25 sal berê zext li ser rojnamegeran hebûn niha jî zext hene." 
 
‘BI MAZLUM DOGAN RE GIRTÎ MA'
 
Xwişka Orhan Karaagar Şengul Aci jî diyar kir ku dema li Colemêrgê karê makinistiyê dikir di sala 1980'an de dema hat Wanê polîs hatin mala wan û xwestin Orhan bi xwe re bibin, lê dayika wî destûr nedaye polîsan û polîs bi zorê ew birine û pişt re hat girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Şengul, Aci, da zanîn ku piştî Orhan 2 sal û nîvan li Girtîgeha Amedê ma hat berdan û wiha got: "Orhan di serdema Mazlum Dogan de girtîbû. Dema Orhan hat berdan dîrek ew şandin leşkeriyê. Piştî ji leşkeriyê hat zewicî. Pişt re dest bi belavkariya Rojnameyê kir." 
 
'EZ NEKIM EW NEKE DÊ KÎ BIKE? 
 
Aci, da zanîn dema Orhan belavkarî dikir rastî gefên polîsan ên "Em dê te bikujin" dihat û wiha got: "Şevekê hat mal bêhn lê çikiya bû. Dayika min got 'Kurê min çi bû?' Wî jî got '3 kes li pey min in' Dayika min jî got her tişt destê wan de ye. Wê te bikujin. Dest ji rojnameyê berde. Wî ji got 'Dayê ez belav nekim, ew belav neke dê kî belav bike? Xwîna min ji ya kê sortir e? Ez zanim dê min bikujin, lê dîsa ez ê vê rojnameyê belav bikim.'"
 
‘PEREYÊ ROJNAMEYEKÊ NE HÊSAN E'
 
Aci, anî ziman ku carekê ji Orhan kovarek stend û pereyê wê neda û wiha got: "Dema hat malê got 'Min kovarek dabû te. Te pereyê wê nedaye. Min jî got kovara te daye 1-2 TL ye. Ez nedim dê çi bibe? Wî jî got 'Tu nede yê din nede nabe. Tu bêje qîmet tune yê din bêje nabe. Pereyê kovar û rojnameyekê ne hêsan e. Dibe ji bo we hêsan be, lê ji bo min ne hêsan e.'"" 
 
BI DEH HEZARAN MIROV LI NEXWEŞXANEYÊ KOM BÛN
 
Aci, anî ziman ku roja Orhan bê kuştin nedixwest dest ji wî berde û wiha got: "Orhan roja Qendîla Beratê hat qetilkirin. Çawa me bihîst em pêxwas derketin kolanê û ketin şopa wî. Em çûn nexweşxaneyê û heta sibê li nexweşxaneyê man. Piştî Orhan hat kuştin, ji Colemêrg, Amed, Bedlîs, Agiriyê mirov hatin. Nêzî 10 hezar mirov li ber nexweşxaneyê kom bûn. Gora ku me Orhan lê defin kir bûbû wekî qiyametê."
 
Aci, da zanîn ku ji wê demê heta niha 25 sal hatin guhertin, lê di hişmendiya rayedaran de tiştek nehatiye guhertin û wiha got: "Wê demê dewletê înkar kir. Lê JİTEM hebû. Endamê JÎTEM'ê Murat Demir û Murat İpek piştre daxuyanî dan. Du îtîrafkar di bin parastina dewletê de bûn. Kurd di pêvajoyeke gelekî dijwar re derbas bûn. Rojname hat bombe kirin. Rojnameger şehît ketin. Ji roja Orhan hatiye kuştin heta niha tiştek nehatiye guhertin. Dîsa zext û tundiyên i ser rojnamegeran berdewam dikin." 
 
MA / Mujdat Can 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/01/2018
15:21 Akademisyen: Banga aştiyê biryara wîcdanî ye
15:04 Li Kolana Yukselê dîsa mudaxele û binçavkirin
14:57 ‘Rojeva esasî têkoşîna li dijî faşîzmê ye û em ê bi ser bikevin’
14:49 Dozger 13 sal ceza ji Hasan Cemal xwest
14:23 Îdiaya ciwanê li Sûrê ji aliyê têcirê hişbirê ve hat kuştin
14:06 HRW: Li Tirkiye piştî referandumê zext zêde bûn
14:05 Girtiyên nexweş ên li Menemenê: Girtîgeh veguherandine îşkencexaneyê
14:02 HDP: Ceza li aştiya gelan hat birîn
13:14 Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Kilinç tahliye bû
12:43 Efrînê nîşan bide, li Minbicê bixe!
12:32 Gelê Efrînê dest bi meşê kirin
12:30 Parêzerên Ocalan cara 723'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
12:27 Biryara 'Nepenî'yê danîn ser dosya Murat Araç
12:18 TSK gundên Kobanê jî topbaran dike
12:13 TUSÎAD’ê peyva ‘zilamên karsaz’ kir ‘mirovên karsaz’
12:01 Danişîna doza 12 akademîsyenan tê dîtin: Hêviya me aştî ye
11:45 TMMOB: AKP Tirkiye dixe nava şer
11:44 Li Girtîgeha Tarsûsê her roj binpêkirina mafan zêde dibin
11:44 'Me çawa Kobanê parast, Em ê Efrînê jî biparêzin'
11:17 Rêxistinên Civakî: Mudaxaleya Efrînê dê zerar bide têkoşîna demokratîk
11:06 Rojnameger Durgut hat binçavkirin
10:58 Li wêneyê Lenîn lêpirsîn vekirin: Xwezî te wêneyê Erdogan daliqanda!
10:57 Polîsan bi ser malên ESP’î û SGDF'iyan de girt: 5 kes binçav kirin
10:56 Partiyên kurd hişyariya Efrînê kirin: Hesabê malê û sûkê li hev nayê
10:35 Otobusa rewiyan şewitî: 52 rêwî mirin
10:23 Sayin ê CHP’î: Cilên yek tîp heqaret e
10:11 Nerazîbûna li dijî OHAL'ê zêde dibe
10:10 Civaknas Eren: Cilên yek rengî amûra bênasnametiyê ye
10:02 Gergerlîoglu: Desthilatdarî riziyaye divê li cihê wê dewleta demokratîk bikeve rojevê
09:05 Dadgeriyê mirina pitikê 35 rojî Muhammed di ‘cih’ de dît!
09:00 Êrîşa li dijî Efrînê dê Tirkiyeyê têxe nava Şerê Sûriyeyê
08:59 Wê cihê Hrant Dînk lê hat qetilkirin bikin navenda bîrê
08:57 Welatiyan bertek nîşanî OHAL’ê da: Derûniya me xerab kiriye
08:56 25 sal derbas bûn: Ez bimirim jî ezê rojnameyê bigihînim gel
08:54 Sewalkarên Wanê: Her tiştî zem dikin lê buhayê sewalan erzan e
08:52 Yên li hemberî yek tîpiyê li ber xwe didin: Wê bên çirandin û avêtin
08:50 'Êrîşa li hemberî goristanan şirk û dijminahî ye'
08:50 Dozger 84 muebet û 10 hezar û 760 sal cezayê girtîgehê xwest
08:49 'Wê gelên Tirkiyeyê bedêla şer bidin'
08:48 Rojnamevanên hatin cezakirin: Hûn nikarin rastiyan asteng bikin
08:47 ‘Qeyumê rê li şidetê vekir'
08:46 ‘Santralên Nukleerê dê ekolojiya Akkûyû qirêj bike'
08:44 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2018'AN
17/01/2018
22:31 Dema Rewşa Awarte dîsa hat dirêjkirin
17:49 Cerdevanê îstîsmar kir bi cilê taxim derket pêşberî dadger
17:38 Danişîna duyemîn a Demîrtaş taloq bû
17:32 Mafê Irmak ê parastinê asteng kirin û salek ceza birîn
17:09 Karkerê înşaetê di bin axê de ma û mir
17:03 Balafira leşkeran a perwerdehiyê ket
17:02 Xebatkara TUHAD-FED’ê Ozcan hat berdan
16:58 900 karkerên madenê dest ji kar berdan
16:21 Hamzaoglu: Ji Kobanê dersê derxin
16:11 Akdag ê li Pîranê binçav kirin, girtin
16:08 Demîrtaş ji doza ‘heqareta’ Soylu berat kir
15:57 Yuksekdag piştgirî da Kaftancioglu
15:37 Êrîşa li dijî Efrînê dê ji bo Tirkiyeyê tu qezencê neyne
15:18 ‘Her gava ku dengê jinan tê qutkirin, cinayet zêde dibin’
15:05 Angaşta li Girtîgeha Silîvriyê sepandina yek reng dest pê kir
14:50 Bi îxbarek bê nav gorên endamên rêxistinan qeyd kirin
14:14 Parlementoya Ermenîstanê jenosîta Êzidiyan qebûl kir
14:04 Cenazeyê Yuksel Abukan 2 sal şûnve definkirin
13:59 Weqfa Aştiyê: Kesê ku şer qezenc bike û aştiyê winda bike tune
13:45 Walî qedexe kir, polîsan desteser kir
13:37 Hatîmogullari: Tirkiyeyê li Kobanê winda kir, dê li Erfînê jî winda bike
13:29 Îlham Ehmed: Efrîn dê di qirika wan de bimîne
13:12 Bîlgen: Derdê Erdogan ne Amerîkaye, kurd in
13:11 SÎHA'yên Bayraktar balafirgeha Rûs bombe kir
12:04 Miduriyeta Polîsan qeydên guhdarkirina Karataş jê biriye
11:51 5 endamên Egîtîm Senê hatin binçavkirin
11:38 Konca: Civak HDP'ê wekî hêvî dibîne
11:30 Berdevkê YPG'ê: Erdogan dê xewnan bibîne
11:13 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî yekîtiya gelan e'
10:01 Gerînendeya Giştî ya Radyo Ses hat binçavkirin
09:56 'Ji bo hilbijartinên 2019'an eyar didin taşeronan'
09:56 Rojeva MGK’ê: Li hundir OHAL û li derve şer
09:48 Qedexekirina zozanan bandorek neyînî dike
09:47 Ceza li mirî birîn
09:46 'Dewlet ji ber tirsa fikrên Ocalan tecrîdê giran dike'
09:34 Girtiyên li ber awazên kurdî govend gerandin ceza kirin!
09:31 Çala 2 zarok têde mirin hêj vekirî ye
09:29 Qeyûm hewl dide elewîtiyê biqedîne
09:28 11 salên cinayeta Dînk qediyan: Kê biryara kuştinê da?
09:28 Dozger ji ber belavkirina rojnameyê 15 sal ceza xwest
09:25 Li Geverê avahiyên metrûk bûne cihê tiryakêşan
09:24 Ji be bertek nîşanî komkujiya Dîlokê da 10 meh ceza xwar
09:24 Îdîaya ajokarê otobusa şaredariyê welatiyê astengdar derb kir
09:23 2 sal in ji bo îmarê destûrê nadin şirnexiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2018'AN
16/01/2018
18:29 Dozgerê Bedlisê: Me nizanîbû cenaze bi rûhsatê hatine definkirin
18:04 31 rojin Umut li benda hêviyê ye
17:34 Cara 722’an dîsa serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:32 Malbata girtiyê li Nexweşxaneyê bi ranzayê ve girêdan avêtin derve
16:44 Edîtorê Demokratîk Modernîte Ergul dê bibin Stenbolê
16:42 Biryara der barê Akademisyenên Aştiyê dê 'Rewşenbirên Welatparêz' bide
16:25 Demîrtaş anîn Enqereyê
16:18 Doza Enes û Mahsum hat dîtin
16:08 Li ber ÎŞKUR'ê çalakiya tazî
16:04 50 kesên li Nisêbînê hatin girtin derxistin dadgehê
15:40 Rêveberiya Şengalê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir
15:14 Kemalbay: Hikûmet şer zor dike, nayê qebûlkirin