AMED - Di 4'ê Mijdara 2016'an de li hemberî avahiya Midûriyeta Polîsan a Amedê bi wesayîtê êrîşeke bombeyî pêk hatibû. Di vê êrîşê de 2 jê polîs 13 kes miribûn.Têkildarî êrîşî der barê 6 kesan de îdianame hat amadekirin. Dozger ji kesên tên darizandin 84 caran muebeta giran û 10 hezar û 760 sal cezayê girtîgehê xwest.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, lêpirsîna der barê êrîşa wesayîta bombeyî ya di 4'ê Mijdara 2016'an de li hemberî avahiya pîvekî ya Emniyeta Amedê pêk hatibû û 2 jê polîs 13 kes miribûn û zêdeyî 100 kes birîndar bûbûn de temam kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Amedê ve hat qebûlkirin û 538 gazindker tê de cih girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de gumanbarên bi navê İ.T., S.B., M.E., S.S., T.E. û Y.B. girtîne û bi tawanbariya “Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê", "Bi bikaranîna çek, bombeyan, texrîbkirin û çekên kîmyewî hewldana kuştinê" bi giştî der barê her 6 girtiyan de 84 caran muebeta giran û ji 6 hezar û 994 salan heta 10 hear û 760 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Wê di meha Nîsanê de doz li Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Amedê pêk bê.
ÇI BÛBÛ?
Li navçeya Rezanê ya Amedê li hemberî avahiyên pîvekî yên şaxên Têkoşîna li Hemberî Teror û Hêzên Çewîkê yên Emniyeta Navçeyê bi wesayîteke barê wê bombe êrîşek pêk hatibû û TAK daxuyandibû ku wan ev êrîş pêk aniye. Di teqînê de Abdurrahman Hasan, Halime Bulut, Hava Fidanboy, İsmail Mavitaş, Kadri Tabier, Mehmet Hanefi Boga, Merve Erman, Muhammed Can Eringin, Recai Altay, Riza Çinar, Semih Turgut û Zeynep Sevinçer miribûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Berî teqîn çê bibe çend saet berê nîvê şevê hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'ê Ziya Pîr û Sirri Sureyya Onder anîbûn avahiya Şaxa Têkoşîna li Hemberî Terorê ku di teqînê de bi awayekî zêde zirar dîtibû. Berî teqînê bi du saetan Demîrtaş û Pîr sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Lê belê di dema teqînê de Yuksekdag û Onder li Şaxa Têkoşîna li Hemberî Terorê bûn.
Li cihê bûyerê profîla DNA'yeke nasnameya wê nediyar hat wergirtin û ev profîla DNA'yê bi xwîna ku ji Î. Dayan û H.Dayan hatin wergirtin hatin berawirdkirin û der ket holê ku ev profîla DNA'yê aîdî Emrah Dayan e ku di teqînê de mir. Bavê Emrah Dayanê ku di wesayîta bombeyî de bû, Î. Dayan du roj şûnde li emniyetê îfade da û diyar kir ku kurê wî di 2013'an de li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Harranê dest bi xwendinê kiriye, lê belê ji meha Gulana 2014'an ve wan tu agahî jê wernegirtiye û ji bo windabûna kurê xwe wî serî li emniyetê dabû. Bav Dayan got di 6'ê Mijdara 2016'an de Emniyeta Colemêrgê li telefona wî geriyane û jê xwestine were emniyetê. Bav Dayan diyar kir ku jê re gotine kurê wî Emrah li Emniyeta Amedê di bin çavan de ye û ji ber mafê bêdengiyê bi kar aniye, ji bo tespîtkirina nasnameyê divê ew ji bo DNA'yê nimûneya xwînê ji wî û hevjîna wî Hanim Dayan bê wergirtin. Bav dayan bi lêv kir ku wan têkildarî mijarê îfade dabû Emniyeta Colemêrgê û wan nimûneya xwînê daye emniyetê.