'Wê gelên Tirkiyeyê bedêla şer bidin'

img

AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven der barê mijara Efrînê de hikûmetê hişyar kirin û gotin wê gelên Tirkiye bedêla şer bide û divê gel hay ji qarqarên şerî hebin. 

Bertekên li hemberî gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên têkildarî êrîşeke muhtemel a li hemberî Efrînê didomin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven der barê mijara Efrînê de hikûmetê hişyar kirin û gotin wê gelên Tirkiye bedêla şer bide û divê gel hay ji qarqarên şerî hebin. 
 
Kemalbay destnîşan kir ku hikûmet bi gotinên der barê Efrînê de hewl dide ji bo polîtîkaya hundurîn malzemeyan biafirîne û wiha got: "Qey dixwaze têkeve nav operasyoneke ku wî bike îktîdar, an jî di vê dema ku çareseriya siyasî ya Sûriyeyê tê axaftin de dixwaze bêîstikrariyê biafirîne? Em ê di rojên pêş de vana bibînin. Li Efrînê gelek etnîsîteyên cuda hene. Di hedefa topbarana ku Tirkiye li hemberî Efrînê pêk tîne de gel heye, zarok hene. Divê ev şer neyê qebûlkirin. Berjewendiya gelên Tirkiyeyê jî çareseriya siyasî ya demokratîk a li Sûriyeyê de. Ji hêla Efrînê ber bi Tirkiyeyê ve xîçek jî nehatiye avêtin. Tu gefxwarin tune ne." Kemalbay bi lêv kir ku hêla navnetewî ya Efrînê jî heye û mirov dikare li Efrînê qala hebûna Rûsya û DYA'yê jî bike. Kemalbay diyar kir ku li vê erdnîgariyê şerekî wesayetê çê bû û di encamê de vîneke nû derket holê. Kemalbay wiha domand: "Em behsa vîneke ku li hemberî DAIŞ û welatên din ên cîhanê berjewendiyên gelan diparêze dikin. Em dizanin rejîma Sûriyeyê ji bi ser xwe de hatiye. Hema bêje hemû prototîpên hêzên cîhanê li vir in û her kes hewl dide lîstikekê çê bike. Yanî wek faktorekî ketina û derketina ji vê erdnîgariyê ne mumkun e. Hûn ê li wir bi gavên şaş têkevin nav vilçoqê. Wê encamên ketina vê vilçoqê hebin û dema çend klîkên îktîdarê ji vî welatî biçin wê gel bedêlê bidin." Kemalbayê balê kişand ser zimanê çapemeniya hewzê jî û got lê belê bereksê vê li wir gel jiyana xwe didomînin û wiha domand: "Divê em li hemberî medyaya hewzê bi riya amûrên çapemeniya azad vê yekê ji gelan re vebêjin. Li gel vana hemûyan jî, wisa bawer dikim ku gelên Tirkiyeyê pirsa 'çi karê me li Sûriyeyê heye?' nîqaş dikin." 
 
‘EFRÎN AMED E, RIHA YE, WAN E' 
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî destnîşan kir ku ji hêla Efrînê guleyek jî ber bi Tirkiyeyê ve nehatiye û hemû daxuyaniyên ji aliyê PYD'ê tên dayîn çêker in. Guven ji bo êrîşeke muhtemel a li hemberî Efrînê wiha got: "Efrîn Amed e, Riha ye, Wan e, tu ferqa wê tune ye. Heke îro Tirkiye êrîşî Efrînê bike ma wê kurdên li Tirkiyeyê li hemberî vê xwe li bêdengiyê deynin? Na. Li Kobaniyê, çawa ku kurd bi ruhekî netewî û efdaî ber bi sînorê Kobaniyê ve herikîn, wê kurdên li çar perçeyan jî ber bi sînorê Efrînê ev biherikin." 
 
‘REWŞA AWARTE NIKARE KURDAN BIDE SEKINANDIN' 
 
Guven destnîşan kir ku divê îktîdar pişta xwe nede Rewşa Awarte û ev tişt gotin: "Heke îro li Tirkiyeyê li hemberî Efrînê êrîşek çê bibe, bila îktîdar nebêje ez ê karibim bi Rewşa Awarte kurdan bêdeng bikim. Wê kurd li Tirkiyeyê jiyanê rawestînin û xwedî li Efrînê derkevin. Bila Tirkiye hişê xwe bide serê xwe. Ketina Efrîne dibe ku rojekê jî be, lê belê derketina wê wê ne wisa hêsan be. Gelê Efrînê jî gelekî leheng e. Wê bi ruhê Arîn Mîrkanê li ber xwe bide. Êrîşa li hemberî Efrînê wê bê wateya êrîşa li hemberî hemû kurdan." 
 
‘DIVÊ GELÊN TIRKIYEYÊ NEYÊN VÊ LÎSTIKÊ' 
 
Guven destnîşan kir ku AKP dixwaze şoreşa Rojavayê bifetisîne û wiha domand: "Ji şoreşa Rojavayê ditirsin. Ditirsin ku ev ji bo gelên din jî bibe mînak. Di siyaseta hundurîn de jî îhtimala ku hilbijartineke pêşwext bê kirin zêde ye. Koalîsyona AKP-MHP'ê jî wê nikaribe ji sedî 51 dengan wergire. Ji bo pêla netewperest têxin dewrê êrîşa li hemberî Efrînê xistin rojevê. Armanca wan ew e ku li ser piyan bisekin, lê divê gelên Tirkiyeyê neyên vê lîstikê." 
 

Sernavên din

18/01/2018
15:21 Akademisyen: Banga aştiyê biryara wîcdanî ye
15:04 Li Kolana Yukselê dîsa mudaxele û binçavkirin
14:57 ‘Rojeva esasî têkoşîna li dijî faşîzmê ye û em ê bi ser bikevin’
14:49 Dozger 13 sal ceza ji Hasan Cemal xwest
14:23 Îdiaya ciwanê li Sûrê ji aliyê têcirê hişbirê ve hat kuştin
14:06 HRW: Li Tirkiye piştî referandumê zext zêde bûn
14:05 Girtiyên nexweş ên li Menemenê: Girtîgeh veguherandine îşkencexaneyê
14:02 HDP: Ceza li aştiya gelan hat birîn
13:14 Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Kilinç tahliye bû
12:43 Efrînê nîşan bide, li Minbicê bixe!
12:32 Gelê Efrînê dest bi meşê kirin
12:30 Parêzerên Ocalan cara 723'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
12:27 Biryara 'Nepenî'yê danîn ser dosya Murat Araç
12:18 TSK gundên Kobanê jî topbaran dike
12:13 TUSÎAD’ê peyva ‘zilamên karsaz’ kir ‘mirovên karsaz’
12:01 Danişîna doza 12 akademîsyenan tê dîtin: Hêviya me aştî ye
11:45 TMMOB: AKP Tirkiye dixe nava şer
11:44 Li Girtîgeha Tarsûsê her roj binpêkirina mafan zêde dibin
11:44 'Me çawa Kobanê parast, Em ê Efrînê jî biparêzin'
11:17 Rêxistinên Civakî: Mudaxaleya Efrînê dê zerar bide têkoşîna demokratîk
11:06 Rojnameger Durgut hat binçavkirin
10:58 Li wêneyê Lenîn lêpirsîn vekirin: Xwezî te wêneyê Erdogan daliqanda!
10:57 Polîsan bi ser malên ESP’î û SGDF'iyan de girt: 5 kes binçav kirin
10:56 Partiyên kurd hişyariya Efrînê kirin: Hesabê malê û sûkê li hev nayê
10:35 Otobusa rewiyan şewitî: 52 rêwî mirin
10:23 Sayin ê CHP’î: Cilên yek tîp heqaret e
10:11 Nerazîbûna li dijî OHAL'ê zêde dibe
10:10 Civaknas Eren: Cilên yek rengî amûra bênasnametiyê ye
10:02 Gergerlîoglu: Desthilatdarî riziyaye divê li cihê wê dewleta demokratîk bikeve rojevê
09:05 Dadgeriyê mirina pitikê 35 rojî Muhammed di ‘cih’ de dît!
09:00 Êrîşa li dijî Efrînê dê Tirkiyeyê têxe nava Şerê Sûriyeyê
08:59 Wê cihê Hrant Dînk lê hat qetilkirin bikin navenda bîrê
08:57 Welatiyan bertek nîşanî OHAL’ê da: Derûniya me xerab kiriye
08:56 25 sal derbas bûn: Ez bimirim jî ezê rojnameyê bigihînim gel
08:54 Sewalkarên Wanê: Her tiştî zem dikin lê buhayê sewalan erzan e
08:52 Yên li hemberî yek tîpiyê li ber xwe didin: Wê bên çirandin û avêtin
08:50 'Êrîşa li hemberî goristanan şirk û dijminahî ye'
08:50 Dozger 84 muebet û 10 hezar û 760 sal cezayê girtîgehê xwest
08:49 'Wê gelên Tirkiyeyê bedêla şer bidin'
08:48 Rojnamevanên hatin cezakirin: Hûn nikarin rastiyan asteng bikin
08:47 ‘Qeyumê rê li şidetê vekir'
08:46 ‘Santralên Nukleerê dê ekolojiya Akkûyû qirêj bike'
08:44 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2018'AN
17/01/2018
22:31 Dema Rewşa Awarte dîsa hat dirêjkirin
17:49 Cerdevanê îstîsmar kir bi cilê taxim derket pêşberî dadger
17:38 Danişîna duyemîn a Demîrtaş taloq bû
17:32 Mafê Irmak ê parastinê asteng kirin û salek ceza birîn
17:09 Karkerê înşaetê di bin axê de ma û mir
17:03 Balafira leşkeran a perwerdehiyê ket
17:02 Xebatkara TUHAD-FED’ê Ozcan hat berdan
16:58 900 karkerên madenê dest ji kar berdan
16:21 Hamzaoglu: Ji Kobanê dersê derxin
16:11 Akdag ê li Pîranê binçav kirin, girtin
16:08 Demîrtaş ji doza ‘heqareta’ Soylu berat kir
15:57 Yuksekdag piştgirî da Kaftancioglu
15:37 Êrîşa li dijî Efrînê dê ji bo Tirkiyeyê tu qezencê neyne
15:18 ‘Her gava ku dengê jinan tê qutkirin, cinayet zêde dibin’
15:05 Angaşta li Girtîgeha Silîvriyê sepandina yek reng dest pê kir
14:50 Bi îxbarek bê nav gorên endamên rêxistinan qeyd kirin
14:14 Parlementoya Ermenîstanê jenosîta Êzidiyan qebûl kir
14:04 Cenazeyê Yuksel Abukan 2 sal şûnve definkirin
13:59 Weqfa Aştiyê: Kesê ku şer qezenc bike û aştiyê winda bike tune
13:45 Walî qedexe kir, polîsan desteser kir
13:37 Hatîmogullari: Tirkiyeyê li Kobanê winda kir, dê li Erfînê jî winda bike
13:29 Îlham Ehmed: Efrîn dê di qirika wan de bimîne
13:12 Bîlgen: Derdê Erdogan ne Amerîkaye, kurd in
13:11 SÎHA'yên Bayraktar balafirgeha Rûs bombe kir
12:04 Miduriyeta Polîsan qeydên guhdarkirina Karataş jê biriye
11:51 5 endamên Egîtîm Senê hatin binçavkirin
11:38 Konca: Civak HDP'ê wekî hêvî dibîne
11:30 Berdevkê YPG'ê: Erdogan dê xewnan bibîne
11:13 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî yekîtiya gelan e'
10:01 Gerînendeya Giştî ya Radyo Ses hat binçavkirin
09:56 'Ji bo hilbijartinên 2019'an eyar didin taşeronan'
09:56 Rojeva MGK’ê: Li hundir OHAL û li derve şer
09:48 Qedexekirina zozanan bandorek neyînî dike
09:47 Ceza li mirî birîn
09:46 'Dewlet ji ber tirsa fikrên Ocalan tecrîdê giran dike'
09:34 Girtiyên li ber awazên kurdî govend gerandin ceza kirin!
09:31 Çala 2 zarok têde mirin hêj vekirî ye
09:29 Qeyûm hewl dide elewîtiyê biqedîne
09:28 11 salên cinayeta Dînk qediyan: Kê biryara kuştinê da?
09:28 Dozger ji ber belavkirina rojnameyê 15 sal ceza xwest
09:25 Li Geverê avahiyên metrûk bûne cihê tiryakêşan
09:24 Ji be bertek nîşanî komkujiya Dîlokê da 10 meh ceza xwar
09:24 Îdîaya ajokarê otobusa şaredariyê welatiyê astengdar derb kir
09:23 2 sal in ji bo îmarê destûrê nadin şirnexiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2018'AN
16/01/2018
18:29 Dozgerê Bedlisê: Me nizanîbû cenaze bi rûhsatê hatine definkirin
18:04 31 rojin Umut li benda hêviyê ye
17:34 Cara 722’an dîsa serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:32 Malbata girtiyê li Nexweşxaneyê bi ranzayê ve girêdan avêtin derve
16:44 Edîtorê Demokratîk Modernîte Ergul dê bibin Stenbolê
16:42 Biryara der barê Akademisyenên Aştiyê dê 'Rewşenbirên Welatparêz' bide
16:25 Demîrtaş anîn Enqereyê
16:18 Doza Enes û Mahsum hat dîtin
16:08 Li ber ÎŞKUR'ê çalakiya tazî
16:04 50 kesên li Nisêbînê hatin girtin derxistin dadgehê
15:40 Rêveberiya Şengalê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir
15:14 Kemalbay: Hikûmet şer zor dike, nayê qebûlkirin