WAN – Endamê YPS’ê Yuksel Abukan ê 2 sal berê di qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû li Wanê hat definkirin.
Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Yuksel Abukan (Dilsoz Tolhildan) 2 sal berê li Şirnexê di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî testê DNA’yê bi encam bû, malbata Abukan 2 sal şûnve cenazeyê kurê xwe ji Goristana Bêkesan a Şirnexê wergirt û anîn Wanê. Malbatê serê sibê cenaze ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê girt û li Goristana Taxa Suphanê ya Wanê defin kir.
Dema cenaze dihat veşartin polîsan bi maşîneyên zirxî goristan dorpêç kirin.