NAVENDA NÛÇEYAN- Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îlham Ehmed, di quncikê xwe ya rojnameyê de diyar kir ku Efrîn ne pariyekî hesan e û kî bixwaze daqurtîne dê di qirika wan de bimîne. Ehmed, da zanîn ku gelê Efrînê jixwe bawer e ku dijmin serserkî vegerîne û wiha got: "Di dîrokê de her dem di ber xwe daye û serî netewandiye."
Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, di qunçika xwe ya îro de bal kişand ser gefên Tirkiye û helwesta Rûsya û DYA ya li hemberî Efrînê rexne kir. Ehmed, da zanîn ku di dîrokê de Efrînê her dem di ber xwe daye û serî natewîne.
Nivîsa Îlham Ehmed wiha ye:
Di van rojên dawî de car din dewleta Tirk dengê xwe ji bo Efrînê gelekî bilind kir. Got ez ê her tiştî tevlîhev bikim. Gefên giran li kurdan xwar. Di hêla Piratîkê de topbarana xwe li ser navçeyên Efrînê giran kir. Hejmara leşkeran li ser sînor zêde kir. Heya niha Rûsya bêdeng e. Çi daxuyanî jê derneketine. Bêdengî tê wateya erêkirina vê topbaranê. Tirkiye bi vê yekê fêm dike ku wê bikeve Efrînê û têde bimîne. Di heman demê de dizane li Efrînê xefikek mezin li bendê ye. Ew ditirse ku wê Efrînê bibe gorstan jê re. Ji bo wê her xelkê di bin zextê de dihêle ditirsîne. Dixwaze wiha di bin bandora şer de bihêle. Rûsya ger hesab bike wê bi vî rengî Îdlîbê bixe bin kontrola rêjîmê de, ew hesab wê şaş bin. Îdlîb ne Heleb e û ne Humûs yan Hama ye, Îdlib li ser sînorê Tirkiyê ye. Destek ji komên çekdar qut nabe. El Nusra bi Tirkeyê re di nav hevkariyê de ye. Ji bo Tirkiye xwe li Sûrî bi cih bike wê desteka xwe qut neke. Yanî Efrîn nabe beramberiya Îdlîbê. Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, ger ew bixwazin jî wê nebe. Efrîn wê li ber xwe bide, şerê Îdlîbê jî wê dirêj bike.
Amerîka xwe zêde di ber êrîşên Tirkiyeyê de ser Efrîn berpirsiyar nabîne. Ji ber hêzên wê li wir nîne. Rûsya li wir hakim e. Lê gelo bi vêya Amerîka dikare xwe bi berpirsyarî xelas bike? Na. Ji ber dewleta Tirkiyeyê endamê NATO'yê ye û dewleteke NATO'yê nikare bêyî erêkirin derbasî walatek din bibe û li dijî wê çekan bi kar bîne. Heta ew dibe sedemek mezin ku Amerîka mudaxeleyî rewşa Efrînê bike. Wê çawa bibe, li cihekî destek dide û li aliyekî jî bihêle hevkarên wê êrîşî kurdan bike. Ev dibe nakokiyek mezin. Amerîka heya niha baş alîkarî da projeya tunekirina DAIŞ'ê. Ji vir û şûnde dibêje ez ê alîkariya projeya îstîqrar û aramiya herêmên rizgarkirî bikim, ji nû de avakirina projeya sereke ye, ev yek Tirkiyeyê gelek aciz kir. Wan hêvî dikir ku ger kurdan tehdîd bikin wê Amerîka dev ji desteka kurda berde. Lê ew hesab nake ku Tirkiye mecbûr e gavan bavêje ji bo çareseriyê. Çareseriyek mayinde di Tirkiyeyê de bandor li ser herêmê tevahî dike. Lê Tirkiye her rêya şer hilbjartiye û tê de dimeşe. Em binêrin Amerîka çi qas karibe wê ji şer dûr bixe. Xuyaye ev hewldanên dawîn e. Yanî wê Tirkiye qebûl bike, aştî bike û çareser bike, yan jî wê di şer de israr bike û wanda bike.
Projeya ku li herêma Bakurê Sûriyeyê li pêş ketiye, yê dijberiya wê bike şaştiyeke mezin dike. Ji ber ew tenê heya niha serkeftina xwe îlan kiriye, ev proje tenê dikaribûye nefesê bigire. Ên din hemû jî gelê Sûrî di zehmetiyek mezin de hiştiye. Lê ew aliyên qebûl nakin, ew tenê li pey berjewendiyên xwe ne. Lewma dijberiya projeyên demokratîk dikin. Herêma Bakurê Sûriyeyê dikeve pêvajoyek nû. Ew ji bo tam bibe nimûne ji tevahî Sûrî re amade ye. Reng û rêbazê rêveberiyê girîng in. Ev rengê rêvebirinê dibe projeya pêşeng di Rojhilata Navîn de. Ger desteka Amerîka rast were xwendin wê wiha be, ne projeya perçekirinê, berovajî wê eydij perçekirinê rastir e. Ev hêza nû tê perwerdekirin, car din di bin siha QSD'ê de tê amadekirin, jê cuda nîne, lê hem rêjîm û hem dewleta Tirkiyeyê ewqas mezin kirin ji bo hinceta êrîşên xwe ava bikin.
Hincet her dem hene. Her gavek tê avêtin ew dibe sedema şer ji bo dewletên dagirker. Her serkeftinek jî dibe sedema reşkirineke mezin. Ev siyasetên taybet ên wan hêzan e. Ji ber ew naxwazin guhertinek di siyaset û sîstema wan de çê bibe. Em di vê mijarê de bi bawer in ku karê rast dikin û proje jî li gor rastiya civaka Sûriyeyê ye û dibe derman ji bo çareseriya aloziya derketiye.
Li gor vê hêzên xwedî rol di Sûriyeyê de dibe vê rastiyê zanibin û destek bidin vê projeyê. Li şûna xwe didin kêlekê hêzên desthilatar, destek bidin projeyên demokratik wê rastir be. Efrîn wê pişta her êrîşekê bişkîne. Ji ber ku dewleta Tirkiye weke ku para xwe nêzîk dibe. Dibê her kes zanibe Efrîn ne pariyek rihet e di qirka her kesî re here. Efrîn bi cepheyên xurt parastine, wê li ber xwe bide û bi serkeve. Gelê Efrînê ji xwe bawer e ku ew ê dijmina serserkî vegerîne. Di dîrokê de jî wiha bûye. Serî netewandiye, her li ber xwe daye.