WAN - Polîsan li Wanê serê sibê bi ser malan de girtin û 5 endamên Egîtîm Senê binçav kirin.
Polîsan li Wanê, serê sibê bi ser malan de girtin û 5 endamên Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê yên (Egîtîm Senê) binçav kirin. Şakîr Kalay, Mehmet Garîp yavîç, Murat Başkara, Abdulmecît karaçelîk û Ferhat Aslan ên hatin binçavkirin, birîn Midûryeta Polîsan a Şaxa TEM’ê. Hat diyar kirin ku derbarê dosyeya 5 kesên hatin binçavkirin de hinceta binçavkirinê nehat zanîn û biryara veşartinê heye.