Konca: Civak HDP'ê wekî hêvî dibîne

img

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca ya parlamenteriya wê hat xistin, diyar kir ku di vê dema ku pirsgirêkên civakî kûr bûne, kedkar, jin û bawerî HDP'ê wekî hêvî dibînin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11'ê Sibatê de 3'yemîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar dixe. Berî kongreyê Meclisa Jinan a HDP'ê, konferans li darxistin û der barê rojeva kongreyê û xalên girîng de nîqaş meşandin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca ya cezayê wê er ê bû û wekîltiya wê hat xistin, der barê amadekariyên kongreyê û xebatên partiya xwe de axivî.
 
Konca da zanîn ku dê kongre ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêka kurd, rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya jinê, pêngavên nû bide destpêkirin. Konca bi lêv kir ku amadekariyên ji bo kongreyê demek berê dane destpêkirin û ev tişt got: "Di vê pêvajoyê de kampanyaya 'Em ranewestin, faşîzmê rawestînin', nobedên edalet û wijdanê, me wekî Meclisa Jinan a HDP'ê dan destpêkirin. Dîsa kampanyay 'Dê wiha neçe, dê jin destûrê nedin' jî amadekariyên ji bo kongreyê bûn."
 
'GEL HDP'Ê WEKÎ HÊVÎ DIBÎNE'
 
Konca destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke derbeyê ya hevserokên HDP'ê hatine girtin, wekîltiya wan hatiye xistin, şaredariyên DBP'ê hatin desteserkirin û dagirkirin de diçin kongreyê, hêviyên gel ji her demê zêdetir ji HDP'ê hene.
 
Konca hêviyên gel jî bi van gotinan anî ziman: "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rol û mîsyona HDP'ê gelekî hat nîqaşkirin. HDP'ê di vê pêvajoyê de serkeftineke mezin bi dest xist. Ji 7'ê Hezîranê heta hilbijartinên serokomariyê, gelek êrîşeke cidî li dijî HDP'ê pêk hatin. Bi van pirsgirêkên civakî yên mezin re, berpirsyarî û barê ku dikeve ser milê HDP'ê jî zêde bû. Îro êdî partiyeke wekî AKP'ê nema. AKP û MHP wekî partiyekê derketin pêş. Dîsa piştî CHP'ê di 20'ê Gulanê de li dijî makeqanûnê rabû û piştgirî da rakirina destnedanên wekîlan, ew jî ji partiya muxalefetê dûr ket. Ji ber wê kedkar, gel, jin û bawerî, HDP'ê wekî hêvî dibînin. Ji bo HDP ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bike, bendewariyek mezin heye ji partiya gelan heye."
 
'HDP XWEDÎ PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ YE’
 
Konca anî ziman çawa ku HDP hemû rengan di bin sîwana xwe de dihewîne, paradîgmaya azadiya jinê yek jî xalên herî cuda ya partiya wan e, heta niha tu partiyeke siyasî bi vê armancê neketiye rê û ev di pergala xwe de mayînde nekiriye.
 
Konca behsa cih girtina jinan a di nav HDP’ê de kir û wiha got: “Gotina partiya jinan, ne wek çendahî hejmara jinan di nav partiye de zêde be. Divê siyaset bi paradîgma azadiya jinê bê kirin û ev nêrîn her tim hebe. Cudahiya HDP’ê ew e ku bi awayekî wekhev, azadîxwaz û pirjimarî siyasetê dike. Ji bo çareseriya demokratîk a prisgirêka kurd û di qada kedê de hevparî dibe û afrîneriya siyasete dibe ku hebe lê siyaseta Tirkiyeyê bi perspektûf û nêrînek jinê ya azadîxwaz birêvebirin xweseriya bingehîn a HDP’ê ye.” 
 
PERGALA HEVSEROKATIYÊ 
 
Konca li ser pergala hevserokatiyê ya HDP temsîlyeta wekhev dike jî rawestiya û got ku ew tenê siyasetê nakin, di heman deme de jinê jî bi rêxistin dikin.
 
Konca anî ziman ku ew zehmetiyên mezin dikişînin û wiha dewam kir: “Girtina siyasetmedarê jin êrîşek li dijî vîna jinê ye. Hem li dijî zayendiya civakî têkoşînê didin û hem jî dema jin siyasetê dikin, dibin hevserok û di nav rêveberiyên partiyê de cih digirin, gelek zehmetiyan digirin ser milê xwe. Jixwe em nêrîna desthilatdariyê ya li dijî têkoşîn û vîna jinê dibînin. Siyaseta jinan manîpule dikin û ew bi xwe zayendiya civakê ava dikin. Her tim siyaseta jinan hedef digirin. Pergela hevserokatiyê di nav HDP’ê de têkoşîna li dijî siyaseta desthilatdariyê ye.” 
 
‘GELEK HEVALÊN ME YÊN HEVSEROKATIYÊ BIKIN HENE’ 
 
Konca bal kişand ser nîqaşên demên dawî yên der barê kongreya HDP’ê de jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiya herî zêde rexnedayîna xwe dide HDP ye. Nîqaşên wekî dê kî bibe hevserok der barê hevalên mêr de tê meşandin. Ev nîqaş jî zayendiya civakî derdixe holê. Nêrînek wiha şaş e. Gelek hevalên me yên hevserokatiyê bikin hene. Li ser partiya me HDP’ê gelek êrîş û ambargo heye. Dixwazin HDP’ê tune bikin. Li dijî vê yekê jî em ê qels nebin. Em ê her tim bi têkoşînek xurt bersiv bidin van êrîşan.”
 
 ‘HEDEFA POLÎTÎKAYÊN ME YÊN BINGEHÎN E…’
 
Konca, da zanîn ku li dijî hemû pirsgirêkên heyî dê bi biryarên bihêz biçin kongreyê û wiha domand: “Di konferansên jinan ên herêmî de jî rol û mîsyona HDP’ê hat nîqaşkirin. Daxwazên derketin holê û çareseriyên ji bo pirsgirêkan bên diyarkirin, dê perspektîfên bingehîn ên kongreyê bin. Hevparbûn û binyada bingehîn dê meclisa jinê be. Me di têkildarî rewestandina tundî, kumkojî û îstîsmarên zayendî yên li dijî jinan de jî nîqaş kirin û ji van re itiraz kir. Wekî tê zanîn jinan di 16’ê Nîsanê de li dijî referandumê kampanyaya NA ya berfireh dan meşandin û eniyek ava kirin. Divê di pêvajoya pêşiya me de jî em faşîzmê rawestînin, azadî û demokrasiyê bi pêş bixin. Ev yek di hedefa polîtîkayên bingehîn ên Meclisa Jinan a HDP’ê de ye.”
 
‘EM Ê XEBATÊN JINA AZAD BELAVTIR BKIKIN’
 
Konca, bal kişand ser projeyên jinê yên di serdema nû jî û wiha wiha axivî: “Em ê di serdema nû de herî zêde jinên ciwan beşdarî siyasetê bikin. Ev projeya me ya bingehîn e. Em ê xebatên jinên azad berfireh bikin û di herêman de meclisên bi hêz ava bikin. Di vê serdemê de meclis ava kirin pir girîng e. Têkoşîna saziyên jinan di qada civakî de pir zêde ye, lê jinên ciwan pir kêm beşdarî siyasetê dibin. Pêvajoya kongreyê ji bo meclisbûnên jinan û partiyê, pêvajoyek serlêdanê ye. Em dixwazin siyaseta heyî biguherin û bibin çewherê siyasetê. Em dixwazin siyaseta demokratîk diyar bikin. Em armanc dikin ku saziyên jinan, têkoşîna jinên azad, rêxistinbûyîna çewherî, piştevaniya jinê, têkoşîna hiqûqî û polîtîk a jinan ava bikin.”
 
'PÊŞENGÊN KONGREYÊ JININ'
 
Konca, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dê jin ji kongreyê re pêşengiyê bikin. Em bang li jinan dikin ku beşdarî kongreyê bibin û ji kongreyê heya 8’ê Adarê têkoşîn û azadiya jinê bilindtir bikin. Hîna jinan ji vê pergealê hesap nexwestiye. Em bang li hemû jinan dikin ku bi reng, gotin û kelecana xwe tev li têkoşînê bibin. Em şîara xwe ya bingehîn di civîna xwe ya Meclisa Jinan a 20'ê Çile de diyar dikin." 
 
MA / Dîren Yurtsever
 
 
 

Sernavên din

18/01/2018
15:21 Akademisyen: Banga aştiyê biryara wîcdanî ye
15:04 Li Kolana Yukselê dîsa mudaxele û binçavkirin
14:57 ‘Rojeva esasî têkoşîna li dijî faşîzmê ye û em ê bi ser bikevin’
14:49 Dozger 13 sal ceza ji Hasan Cemal xwest
14:23 Îdiaya ciwanê li Sûrê ji aliyê têcirê hişbirê ve hat kuştin
14:06 HRW: Li Tirkiye piştî referandumê zext zêde bûn
14:05 Girtiyên nexweş ên li Menemenê: Girtîgeh veguherandine îşkencexaneyê
14:02 HDP: Ceza li aştiya gelan hat birîn
13:14 Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Kilinç tahliye bû
12:43 Efrînê nîşan bide, li Minbicê bixe!
12:32 Gelê Efrînê dest bi meşê kirin
12:30 Parêzerên Ocalan cara 723'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
12:27 Biryara 'Nepenî'yê danîn ser dosya Murat Araç
12:18 TSK gundên Kobanê jî topbaran dike
12:13 TUSÎAD’ê peyva ‘zilamên karsaz’ kir ‘mirovên karsaz’
12:01 Danişîna doza 12 akademîsyenan tê dîtin: Hêviya me aştî ye
11:45 TMMOB: AKP Tirkiye dixe nava şer
11:44 Li Girtîgeha Tarsûsê her roj binpêkirina mafan zêde dibin
11:44 'Me çawa Kobanê parast, Em ê Efrînê jî biparêzin'
11:17 Rêxistinên Civakî: Mudaxaleya Efrînê dê zerar bide têkoşîna demokratîk
11:06 Rojnameger Durgut hat binçavkirin
10:58 Li wêneyê Lenîn lêpirsîn vekirin: Xwezî te wêneyê Erdogan daliqanda!
10:57 Polîsan bi ser malên ESP’î û SGDF'iyan de girt: 5 kes binçav kirin
10:56 Partiyên kurd hişyariya Efrînê kirin: Hesabê malê û sûkê li hev nayê
10:35 Otobusa rewiyan şewitî: 52 rêwî mirin
10:23 Sayin ê CHP’î: Cilên yek tîp heqaret e
10:11 Nerazîbûna li dijî OHAL'ê zêde dibe
10:10 Civaknas Eren: Cilên yek rengî amûra bênasnametiyê ye
10:02 Gergerlîoglu: Desthilatdarî riziyaye divê li cihê wê dewleta demokratîk bikeve rojevê
09:05 Dadgeriyê mirina pitikê 35 rojî Muhammed di ‘cih’ de dît!
09:00 Êrîşa li dijî Efrînê dê Tirkiyeyê têxe nava Şerê Sûriyeyê
08:59 Wê cihê Hrant Dînk lê hat qetilkirin bikin navenda bîrê
08:57 Welatiyan bertek nîşanî OHAL’ê da: Derûniya me xerab kiriye
08:56 25 sal derbas bûn: Ez bimirim jî ezê rojnameyê bigihînim gel
08:54 Sewalkarên Wanê: Her tiştî zem dikin lê buhayê sewalan erzan e
08:52 Yên li hemberî yek tîpiyê li ber xwe didin: Wê bên çirandin û avêtin
08:50 'Êrîşa li hemberî goristanan şirk û dijminahî ye'
08:50 Dozger 84 muebet û 10 hezar û 760 sal cezayê girtîgehê xwest
08:49 'Wê gelên Tirkiyeyê bedêla şer bidin'
08:48 Rojnamevanên hatin cezakirin: Hûn nikarin rastiyan asteng bikin
08:47 ‘Qeyumê rê li şidetê vekir'
08:46 ‘Santralên Nukleerê dê ekolojiya Akkûyû qirêj bike'
08:44 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2018'AN
17/01/2018
22:31 Dema Rewşa Awarte dîsa hat dirêjkirin
17:49 Cerdevanê îstîsmar kir bi cilê taxim derket pêşberî dadger
17:38 Danişîna duyemîn a Demîrtaş taloq bû
17:32 Mafê Irmak ê parastinê asteng kirin û salek ceza birîn
17:09 Karkerê înşaetê di bin axê de ma û mir
17:03 Balafira leşkeran a perwerdehiyê ket
17:02 Xebatkara TUHAD-FED’ê Ozcan hat berdan
16:58 900 karkerên madenê dest ji kar berdan
16:21 Hamzaoglu: Ji Kobanê dersê derxin
16:11 Akdag ê li Pîranê binçav kirin, girtin
16:08 Demîrtaş ji doza ‘heqareta’ Soylu berat kir
15:57 Yuksekdag piştgirî da Kaftancioglu
15:37 Êrîşa li dijî Efrînê dê ji bo Tirkiyeyê tu qezencê neyne
15:18 ‘Her gava ku dengê jinan tê qutkirin, cinayet zêde dibin’
15:05 Angaşta li Girtîgeha Silîvriyê sepandina yek reng dest pê kir
14:50 Bi îxbarek bê nav gorên endamên rêxistinan qeyd kirin
14:14 Parlementoya Ermenîstanê jenosîta Êzidiyan qebûl kir
14:04 Cenazeyê Yuksel Abukan 2 sal şûnve definkirin
13:59 Weqfa Aştiyê: Kesê ku şer qezenc bike û aştiyê winda bike tune
13:45 Walî qedexe kir, polîsan desteser kir
13:37 Hatîmogullari: Tirkiyeyê li Kobanê winda kir, dê li Erfînê jî winda bike
13:29 Îlham Ehmed: Efrîn dê di qirika wan de bimîne
13:12 Bîlgen: Derdê Erdogan ne Amerîkaye, kurd in
13:11 SÎHA'yên Bayraktar balafirgeha Rûs bombe kir
12:04 Miduriyeta Polîsan qeydên guhdarkirina Karataş jê biriye
11:51 5 endamên Egîtîm Senê hatin binçavkirin
11:38 Konca: Civak HDP'ê wekî hêvî dibîne
11:30 Berdevkê YPG'ê: Erdogan dê xewnan bibîne
11:13 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî yekîtiya gelan e'
10:01 Gerînendeya Giştî ya Radyo Ses hat binçavkirin
09:56 'Ji bo hilbijartinên 2019'an eyar didin taşeronan'
09:56 Rojeva MGK’ê: Li hundir OHAL û li derve şer
09:48 Qedexekirina zozanan bandorek neyînî dike
09:47 Ceza li mirî birîn
09:46 'Dewlet ji ber tirsa fikrên Ocalan tecrîdê giran dike'
09:34 Girtiyên li ber awazên kurdî govend gerandin ceza kirin!
09:31 Çala 2 zarok têde mirin hêj vekirî ye
09:29 Qeyûm hewl dide elewîtiyê biqedîne
09:28 11 salên cinayeta Dînk qediyan: Kê biryara kuştinê da?
09:28 Dozger ji ber belavkirina rojnameyê 15 sal ceza xwest
09:25 Li Geverê avahiyên metrûk bûne cihê tiryakêşan
09:24 Ji be bertek nîşanî komkujiya Dîlokê da 10 meh ceza xwar
09:24 Îdîaya ajokarê otobusa şaredariyê welatiyê astengdar derb kir
09:23 2 sal in ji bo îmarê destûrê nadin şirnexiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2018'AN
16/01/2018
18:29 Dozgerê Bedlisê: Me nizanîbû cenaze bi rûhsatê hatine definkirin
18:04 31 rojin Umut li benda hêviyê ye
17:34 Cara 722’an dîsa serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:32 Malbata girtiyê li Nexweşxaneyê bi ranzayê ve girêdan avêtin derve
16:44 Edîtorê Demokratîk Modernîte Ergul dê bibin Stenbolê
16:42 Biryara der barê Akademisyenên Aştiyê dê 'Rewşenbirên Welatparêz' bide
16:25 Demîrtaş anîn Enqereyê
16:18 Doza Enes û Mahsum hat dîtin
16:08 Li ber ÎŞKUR'ê çalakiya tazî
16:04 50 kesên li Nisêbînê hatin girtin derxistin dadgehê
15:40 Rêveberiya Şengalê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir
15:14 Kemalbay: Hikûmet şer zor dike, nayê qebûlkirin