NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG'ê Nurî Mehmud, helwesta Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a li dijî Efrînê şermezar kir û got: "Erdogan li dijî Idlibê li ser Efrînê bazariyê dike. Ger ku Erdogan difikire ku di nava hefteyekê de têkevin Efrînê dê xewnan bibîne."
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, gefên Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî yên li dijî Efrînê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re nirxand.
'ÇAWA LI KOBANÊ XWEDÎ DERKETIN DÊ LI EFRÎNÊ JÎ XWEDÎ DERKEVIN'
Mehmûd, bal kişand ser rewşa Efrînê û wiha got: "Hêzên herêmî yên Efrînê kêm dibînin bila zanibin ku Efrîn dewama Kobanê ye. Ji bo gelên cîhanê yên bi Kobanê re têkoşiyan. Efrîn jî li heman pozîsyonê ye. Efrîn bi tenê nîne."
Nûrî Mehmûd, destnîşan kir ku Efrîn hêviya gelên cîhanê yên demokrasî, aştî û çareseriyê dixwazin e û wiha axivî: "Lewma Efrîn ne cihekî wisa ye ku biçûk û kêm were dîtin. Ji aliyê parastinê ve jî Efrînê xwe baş bi rêxistin kiriye. Eger ji artêşa Tirk heye ku dikare di nava hefteyekê de bikeve Efrînê, wê çaxê xeyalan dibîne. Artêşa Tirk divê beriya her tiştî rastiya gelên Tirkiyeyê bibîne. Gelên Tirkiyeyê ne Serêkaniyê, ne jî Kobanê bi tenê nehiştin. Bi fedakarî xwedî li berxwedanê derketin û roleke girîng lîstin. Gelên Tirkiyeyê li dijî terorê destekeke mezin dan Serêkaniyê, dan Kobanê. Ji ber vê yekê, artêşa ku divê gelên Tirkiyeyê biparêze, di çarçoveya berjewendiyên desthilatdariya AKP'ê de tê bikaranîn."
'GELÊ EFRÎNÊ DÊ LI BER XWE BIDE'
Berdevkê YPG'ê Mehmûd, da zanîn dê Efrîn li ber xwe bide û wiha lê zêde kir: "Niha di pozîsyona 'bi bendê bimîne, bibîne' de ne. Hesabê wê yekê dikin ku li kîjan alî cih bigirin wê li gorî berjewendiyê wan be. Ji ber vê yekê jî daxuyaniyên fediyokî didin. Bi rengekî zelal berjewendiyên xwe didin pêş. Rewşa li Efrîn û Îdlibê, têkoşîna serketin an jî binketina Bihara Gelên Sûriyeyê ye. Divê hêzên navneteweyî bibînin ku Erdogan hewl dide trajediya li gelek bajarên Sûriyeyê, li Kobanê, li Hûms, Hama û hin bajarên Tirkiyeyê kiriye, li Efrînê jî bike. Bazariyeke qirêj tê kirin."
Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku gelê Efrînê wê li ber xwe bide û got: "Bakurê Sûriyeyê û Efrîn hêviya gelên herêmê ye. Divê ev rastî baş were zanîn; Şervanên ku îro Efrînê diparêzin, li Kobanê li dijî terora navneteweyî bi lehengî şer kirin. Îspat kirin ku bi berxwedaneke fedayî, terorîzm dikare bê têkbirin. Şervanên Efrînê li Kobanê bajarên Parîs, Moskowa, New York, Qahîre, Enqere û Stenbol parastin."
'RÛPOŞA WAN LI KOBANÊ KET'
Mehmûd, xwest ku hêzên navneteweyî jî berjewendiyên gelan esas bigirin û wiha dewam kir: "Kî li ber vê rastiyê rabe, wê weke kujerê hêviya gelan bê dîtin. Îdlib û Efrîn ew cih e ku ev rastî lê bê ceribandin. Maskeya Artêşa Azad a Sûriyeyê ya Erdogan li Serêkaniyê, maskeya DAÎŞ ya Erdogan jî li Kobanê hate xistin. Niha jî bi rengekî bê maske, yekser bi xwe kete dewrê. Parlamenta Tirkiyeyê li şûna ku pirsgirêkên Tirkiyeyê nîqaş bike, radibe destwerdana li Efrînê nîqaş dike. Ev bi ti awayî meşrû nîne."
'6 SALIN EM XWE DIPARÊZIN'
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, herî dawî da zanîn ku hêza parastina sînorana ji 30 hezar kesî ku di daxuyaniyeke Koalîsyona Navneteweyî de hate ragihandin nirxand û got, "Ev tiştekî nû nîne. Ne artêş e. Ev hêz ji xwe hebû. Sînorên Bakurê Sûriyeyê ji xwe ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hêzên YPG û YPJ'ê ve tên parastin. Tiştekî ku nû hatiye kirin nîne. Ev 6 sal in em xwe diparêzin. Di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de em û DYA bi hev re tevgeriyan û me rêxistina terorê tine kir. Piştî têkçûna DAÎŞ'ê li ser stratejiya aramkirina Sûriyeyê hevkariya me dewam dike."