WAN - Şafî Kayihan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Orduyê girtî ye bi nameyekê diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji ber ku wan li ber awazên kurdî govend gerandine 3 meh cezayê ragihandinê birîn.
Girtiyê bi navê Şafî Kayihan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Orduyê girtiye, di nameya ku ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Wanê şand de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn nivîsandin. Kayihan, diyar kir ku girtiyên cezayê wan ê girtîgehê ketiye bin salekê, mafê wan ê biçin girtîgehên navçeyan hatiye binpêkirin û wiha got: “Rayedarên girtîgehê girtiyan naşînin girtîgehên navçeyan.”
‘JI BER KU LI BER AWAZÊN KURDÎ GOVEND GERANDIN CEZA KIRIN’
Kayihan, da zanîn ku tu nivîsên bi zimanê kurdî nadin wan û wiha domand: “Girtiyên ku nameyên bi kurdî dinivîsin jî, naşînin derve. Ji bo vê yekê me serî li Dadgeriya Înfazê da, lê bi hinceta ‘li girtîgehê wergêr tune ye ev yek maf dar dît. Hema bêje hemû xebatên me yên nivîskî bi kurdî ne û ji ber vê em bi pirsgirêkan rû bi rû dimînin. Cih bi cih cezayên dîsîplînê jî didin me. Mînak ji ber ku hevalên me li ber awazên kurdî govend gerandin cezayê dîsîplînê li wan hat birîn û 3 meh cezayê agahîgirtinê dan hevalên me. Li gel ku cezayên me yên dîsîplînê hîna nehatine erêkirin jî, bi hinceta ‘lêpirsîna we ya dîsîplînê heye’ daxwaznameyên me yên sewqxwestinê radiwestînin.”
‘DI DEMA DERMANKIRINÊ DE DESTÊN ME KELEPÇE DIKIN’
Kayihan, destnîşan kir ku bi derengî be jî wan sewqî nexweşxaneyê dikin û wiha domand: “Lê li nexweşxanê derfeta derman kirînê pir kêm e. Yanî girtiyên nexweş baş nayên derman kirin. Gelek bijîşk bi awayekî sûkî kontrol dikin, an jî bi nêzîkatiyek bîrdozî nêz dibin û erka xwe xerab bi cih tînin. Di muayeneyan de hin bijîşk naxwazin ku leşker kelepçeyê ji destên me vekin. Gava tê xwestin destên me bên vekirin jî, vê carê leşker destên me venakin. Dema em vê helwestê qebûl nakin jî, bêyî ku me derman bikin, me paşve dibin girtîgehê.”
BERTEKA LI DIJÎ YEK TÎPIYÊ
Kayihan, di dawiya nameya xwe de wiha got: “Çi dibe bila bibe, li dijî kincên yek tîpî helwesta me zelal e. Di tu şert û mercî de em ê vê pêkanînê qebûl nekin. Dê mîna her carê rûmeta mirovan qezenc bike.”