STENBOL - Di ser kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de 11 sal derbas bûn. Parêzer Hakan Bakircioglû doza cinayeta Dînk nirxand û got: "Hîn jî nehatiye aşkarekirin ka kê biryara cinayetê daye."
Di ser kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de ku di 19'ê Çileya 2007'an de li Şîşliya Stenbolê bi çekê hat kuştin re 11 sal derbas bûn. Hîn jî doza cinayeta Dînk bi awayekî rêkûpêk nameşe û tim hêleke wê kulek dimîne. Heta niha der barê cinayetê de 3 îdianameyên cuda hatine amadekirin. Îdianameya ewil der barê kesên cinayet pêk anîne de, ya duyem der barê kesên di cinayetê de berpirsiyariya wan a cemaweriyê heye de û ya sêyemîn jî der barê rayedarên leşkerî ku di cinayetê de berpirsiyariya wan jî heye hat amadekirin. Di çarçoveya îdianameyan de 11 jê girtî 85 bersûc hene. Wê danişîna 64'mîna danişînê di 29'ê Çileyê de pêk bê.
'KÎJAN MEKANÎZMA BIRYARA CINAYETÊ DA?'
Parêzerê Dînk Hakan Bakircipglû doza cinayeta Hrant Dînk nirxand û detsnîşan kir ku heke lêpirsîneke çalak bihatana birêvebirin, wê asta ku niha doz tê de ye di sala 2007'an de jî bihatana kirin. Bakirioglû got ku kesên cinayet pêk anîne diyarin û wê demê ji bo amadekarina îdianameyê gelek delîl hebûn û tevî van delîlan jî bi tu awayî lêpirsîneke çalak nehat birêvebirin û îdianame nehatin amadekirin.
Bakircioglû balê kişand ser asta dozê ya niha û destnîşan kir ku niha di asteke girîng de ye û ev tişt gotin: "Lê belê hîna jî kêmasiyên cidî hene. Me digot di vê cinayetê de berpirsiyariyeke cidî ya Walîtiya Stenbolê, Serokatiya Daîreya Teşkîlata Îstixbarata Netewî ya Stenbol û Trabzonê heye. Der barê vana de lêpirsîn nehatin destpêkirin an jî der barê hinekan de biryara neşopandinê hat dayîn. Ev kêmasiyên girîng ên îdianameyê e. Di sala 2004'an de Hrant Dînk û Walîtiya Stenbolê hevdîtin çê kirine, ev hevdîtin diyar dike ku lêpirsîneke cidî nehatiye destpêkirin. Der barê sazî û kesên di cinayeta Hrant Dînk de cih digirin lêpirsîneke baş nehat kirin. Der barê hin kesên hatin lêpirsînkirin de biryara neşopandinê hat dayîn. Hîn jî nehatiye aşkerekirin ka kîj mekanîzma biryara cinayeta Hrant Dînk daye, ev biryar ji aliyê kê hatiye dayîn, kengî hatiye dayîn û cinayet çawa hatiye rêxistin kirin nediyar in û ev hemû li benda aşkerekirinê ne. Ev di dema lêpirsîn û darizandinê de wek kêmasiyan derdikevin pêşberî me."
Bakircioglû bi bîr xist ku îdianameyên di sala 2007'an de hatin amadekirin tenê der barê kesên qademeya jêrîn a vê cinayetê de bûn û wiha domand: "Çarçoveya lêpirsînê hat berfirehkirin. Der barê peywirdarên dewletê yên di cinayetê de berpirsiyariya wan heye doz hatin vekirin. Lê belê hîn jî kêmasî hene. A rast ji bo me a girîng ew e ku kî biryara cinayeta Dînk daye û ev pêvajo çawa hatiye rêxistinkirin." Bakircioglû destnîşan kir ku helbet wê agahiyê ku di vî warî de derkevin holê wê asta lêpirsîn û darizandinê bilind bike, lê belê heke wek niha bidome, daxwazên me yên der barê berfirehkirina lêpirsînê de bên redkirin, agahiyên derketine holê baş neyên lêpirsînkirin tenê wê hêlek vê cinayetê derkeve holê.
Kessên wek Engîn Dînç, Celalettîn Cerah ên di çarçoveya dozê de tên darizandin hîn jî li ser kar in. Bakircioglû ev yek jî nirxand û got ev pirsgirêk e û divê kesên di vê cinayetê de navên wan derbas dibin ji kar bihatanan girtin û ev tişt gotin: "Lê belê nehatin girtin û îro piraniya wan li ser kar in. Ev problemeke cidî ye. Dev ji dûrxistina kar berde, kesên tam ji cinayetê berprisiyar Ahmet İlhan Guler, Celaleddin Cerrah peywirdarên Muduriyeta Polîsan a Stenbolê bû; peywirdarn îstixbaratê Ali Fuat Yilmazer û Ramazan Akyurek bûn; peywirdarên Muduriyeta Polîsan a Trabzonê Engin Dinç, Reşat Altay bûn... Ev hemû li cihên xwe lêpirsîna cinayetê bi rê ve birin. Rasterast di lêpirsîna cinayetê de cihgirtina wan rewşeke cidî ye."
MA / Yasin Kobulan