COLEMÊRG -Li Geverê li herêma ku tim wesayîtên polîsan dewriye digerin, avahiyên metrûk bûne cihê tiryakêşan.
Li Gevera Colemêrgê avahiyên ku beriya qedexeya derketina kolana ya li navçeyê wek yûrdên xwendekaran û tesîsên sporê dihatin bikaranîn, piştî qedexeyê dema hatin valakirin û texrîb bûn, niha bûne cihê tiryakêşan. Li vê herêma ku avahiyên metrûk lê ne polîs tim dewriye digerin û 24 saetan wesayîtên zirxî li ber van avahiyane, lê belê mudaxileyî tiryakêşan nakin. Li ser van avahiyên metrûk bi boyaxa spreyî "3 heyv, "Ala Tirkiyeyê" û nivîsên nîjadperest li ser wan hatine xêzkirin û nivîsandin.
Ev avahiyên li hemberî Lîseya Şemsettîn Onay a Anadolû, Dibistana Seretayî ya Sabanci û Dibistana Seretayî ya ÎMKB'yê ne, li ser riya bi sedan xwendekarî ne. Polîsên li ber dibistanan disekinin van avahiyên ku bûne cihê tiryakêşan dibînin, lê belê bi tu awayî mudaxile nakin. malbatên xwendekaran jî ji vê rewşê nerazî ne û dixwazin ev avahî bên rûxandin.