AMED - Hat derpêşkirin ku li Peyasê, Adem Çelîkê ker û lal yê bi dema bi karta xwe ya bêheq xwest li otobêsa şaredariyê siwar bibe, ajokar ew derb kiriye û li otobêsê siwar nekiriye.
.Li naveya navendî Peyas a Amedê, Adem Çelîkê ker û lal got saet li dor 08:10'an dema ew li rawestgeha li Xaçerêya Yenîyolê li benda otobêsê sekiniye, xwestiye li otobêsa şaredariyê siwar bibe, lê belê ajokarê otobêsê ew derb kiriye. Çelîk diyar kir ku ajokarê otobêsê derpêş kiriye ku karta bêheq a Şaredariya Bajarê Mezin daye wî sixte ye û wî ji otobêsê daxistiye.
Çelîk got ku ajokar du caran şelmaq lê xistiye û wiha domand: "Min karta xw elêxist. Tu pirsgirêk derneket. Lê ji min re got karta te sixte ye, min jî got ne sixte ye. Lê ji bo pirsgirêk dernekeve min xwest pere bidim. Lê ajokar ez ji wesayîtê daxistim û sixêf kirin. Dema min jê re got ez ê giliyê te bikim, hat cem min û du şelmaq li min xistin."
Li ser van îdiayan em li Serokatiya Daîreya Gihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin geriyan. Rayedarç daîreyê diyar kir ku dema ew plakeya wesayîtê û cihê bûyerê hîn bibin ew ê li me vegerin. Piştî demekê rayedar geriya û got heta ku gilîdar gilî neke ew nikarin tiştekî bikin.