ŞIRNEX - Li Şirnexa ku di dema qedexeya derketina kolanan de "qada bi rîsk" hat îlankirin, destûra îmarê ya ji bo çêkirina TOKÎ û qereqolan hat dayîn, lê destûr nadin welatiyan ku li erseyên xwe xaniyan çêkin.
Di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 16'ê Adar-14'ê Mijdara 2016'an de li navenda Şirnexê hatibû îlankirin bi hezaran avahî hatibûn rûxandin. Di 10'ê Tebaxa 2016'an de ku hîn qedexe berdewam dikir li ser daxwaza Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê Wezareta Dadê taxa Cumhûriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenî û Yeşîlyûrtê "qada birîsk" îlan kiribû.
5 QEREQOL HATIN AVAKIRIN
Piştî qedexe bi dawî bû, li taxên ku "qada birîsk" hatibûn îlankirin bi destûra wezaretê TOKÎ'yê dest bi çêkirina 6 hezar avahî û hezar kargehî kir. Her wiha piştî qedexeyê li gelek taxên ku qedexe li wan nehatibûn îlankirin, destûra îmarê ji bo çêkirina 5 qereqolan hat dayîn û qereqol hatin çêkirin.
NIKARIN LI ERSEYA XWE XANÎ ÇÊ BIKIN!
Piştî qedexe bi dawî bû bi hezaran welatî, xwestin li erseyên xwe yên li taxên hatin rûxandin ji nû ve malan çê bikin. Lê belê Şaredariya Şirnexê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin bi hinceta "qada birîsk" daxwaza welatiyan red kir. Her wiha li 6 taxên ku bajêr ên wek "qada birîsk" nehatine îlankirin jî destûra weltiyan nayê dayîn û dawaza wan bi heman hincetê tê redkirin.
Welatî ji vê rewşê nerazî ne.