AMED – 38’emîn danişîna doza Enes Ata û Mahsum Mizrak ên di 2006’an de li Amedê hatin kuştin hat dîtin. 3 tîmên taybet tên darizandin. Dadgehê ji bo aqûbeta fişekên gazê yên li emaneta adlî hatine windakirin bê lêkolînkirin doz taloq kir.
Di çalakiyên 28’ê adara 2006’an de li Amedê Enes Ata yê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî bi fişeka gazê ya polîsan hatibûn kuştin. Der barê kuştina her du zarokan de li polîsên bi navê H.A., N.O. û B.O. ji sûcê “Bûne sedemê mirina bi qestî” doz hatibû vekirin. 38’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîsên sûcdar û parêzeran wan beşdarî dozê nebûn. Bavê Enes Ata Selamettîn Ata û dayik û bavê Mizrak Besîre û Hasan Mizrak li gel parêzerên xwe beşdarî dozê bûn. Ji ber heyetên dadgehê guherîn bi girtekên danişîna berê ku hatin xwendin dest pê kir. Dozger daxwaz kir ku kêmasiyên dozê bên temamkirin. Pişt re malbatên Ata û Mizrak mafê axaftinê girtin û beyanên xwe berê dubare kirin û gotin ku gilîkirina wan dewam dike.
Pişt re parêzerên Ata û Mizrak axivîn û li mafên her du zarokan pirsîn.
Piştî parastinan heyeta dadgehê, dozê bi boneya aqûbeta fişekên gazê yên li emaneta adlî hatine windakirin bên dîtin û kêmasiyên dozê bên temamkirin taloqî meha nîsanê kir.