MÊRDÎN - 50’î kesên di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de piştî ji bajêr hatin derxistin û girtin, piştî 19 mehan derketin dadgehê. Dadgehê destûr neda malbat û rojnameger bikevin hûndir.
76 kesên di qedexeyên derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya di 26’ê Gulana 2016’an ji navçeyê hatin derxistin, bi 19 sûcdariyên cûda 17 jê zarok 67 kes hatin girtin. 17 zarokên girtî piştî 19 mehan di 9’ê Çileyê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, derketin pêşberî dadger. 50’î kesên mayîn jî îro derketin 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê. Doz li beşeke avahiya Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) tê dîtin û ewlekariyek zêde derdora avahiyê hatiye girtin. Rojnameger û malbat bi hinceta “Ewlekariyê” negirtin hûndêrê dadgehê.
Piştî tespîta nasnameyan hat kirin, danişînê dest pe kir û li bendê ye ku 50 kes parastin bikin.