EFRÎN - Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo bersiv da gefên Serokomar Erdogan û ev tişt got: "Ji xwe 7 sal e Tirkiye û komên girêdayê wan êrîş dikin. Her roja ku derbas bû em bi hêz bûn û hêzeke profesyonel derket holê. Gel û hêzên me ji berxwedana mezin re amade ne. Em xwediyê vê axê ne û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
Di demên dawî de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gefên xwe li dijî Efrînê zêde kir, TSK jî li ser sînor sewqiyata leşkerî zêde dike. Serokê Komîteya Parastina Kantona Efrînê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê Behçet Ebdo, der barê gefên dewleta tirk de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Ebdo aşkera kir ku li dijî gefan, li Efrînê vîneke gel û projeya biratiyê ya ku xistine jiyanê heye, projeya wan hişmendiya AKP-MHP'ê ditirsîne û ev tişt got: "Berdevkê vê hişmendiyê yê li qadê DAIŞ e, me DAIŞ li Reqqa, Dêra Zor û gelek cihên din qedand. Bajarên wekî Heleb, Idlib, Dêra Zor wekî sînorên mîsakî mîllî dibînin. Lê piştî Heleb teslîmê rejîmê kirin, ji wî xeyalê xwe re îxanet kirin. Bi vê sedemê hebûna kurdan ji bo xwe wekî gefekî dibînin, bi tawîzên ku dane li ser sînorê me hêza leşkerî bi cih dikin û gefan dixwen."
'HÊZA ME YA PARASTINÊ HEYE'
Ebdo destnîşan kir ku bi hêzeke piçûk berî salan axa xwe parastine û hêzeke wekî DAIŞ'ê têk birine û wiha pê de çû: "Ji xwe 7 sal e Tirkiye û komên girêdayê wan êrîşê me dikin. Her roj em bi hêztir bûn û bûn hêzeke profesyonel. Me di sala 20187'an de amadekariyeke mezin kir, gel û hêzên me ji berxwedana mezin re amade ne. Em xwediyê vê axê ne, em ê heta dawiyê jî axa xwe biparêzin. Ji hemû cîhanê re peyama me ev e. DYA û Rûsya vê yekê dibînin. Em niha di dema xwe ya herî bi hêz de ne, axa xwe diparêzin."
'EM Ê BI SER KEVIN'
Ebdo da zanîn ku êrîşa li dijî Efrînê dê dawiya AKP-MHP'ê bîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dê Efrîn bibe keleha berxwedanê, ne bi tenê ye. Dê serkeftina Efrînê bibe serkeftina Amed û Mahabadê. Me heta niha li ber xwe da, em bi ser ketin, em ê îro şûn de jî bi ser kevin. 7 sal e em diparêzin, em ê 70 salî jî biparêzin. Efrîn vîna gelê kurd e. Divê hemû kurd bi me re bin. Divê gelên li Sûriyeyê bi me re bin û em ê bi serkeftina Efrînê re, Idlib û deverên din jî rizgar bikn. Dê biratî bi ser keve, dê wekhevî qezenc bike."
'DÊ TÊKILIYÊN ME YÊN BI RÛSYAYÊ RE DEWAM BIKIN'
Ebdo herî dawî der barê têkiliyên bi DYA û Rûsyayê de jî ev agahî dan: "Bi Rûsyayê re têkiliyên me yên bi hêz ên leşkerî hene. Dibe ku Rûsya ji gefên Erdogan re bê deng bimîne. Ji ber ku ne berê û ne jî niha tu daxwazên me ji Rûsyayê çê nebûn. Têkiliyên me yên leşkerî jî li ser daxwaza Rûsyayê bi pêş ket û hêj dewam dike. Dê ev têkiliyên me qut nebin û dê dewam bikin. Em baweriya xwe bi hêza gelê xwe tînin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya ku bingeha wê YPG/YPJ saz dike, xwedî wê hêzê ne ku Erdogan têk bibin. Rûsya û DYA'yê aşkera kirin ku divê gelên Sûriyeyê pêşeroja xwe diyar bikin. Ji ber wê ruxmê hemû nerazîbûnên Tirkiyeyê jî, Rûsyayê dixwaze 150 berdevkên gelên Sûriyeyê tev li civîna Soçiyê bibin."
MA / Erdoğan Altan