WAN - Girtiyên DHKP-C’î yên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê diyar kirin ku gardiyenan bi ser qawîşa wan de girtine û dest danîne ser çetel, kevçî û namenên wan. Girtiyan, dan zanîn ku rayedarên girtîgehê destûr nedane ku nameyan ji Endamên Mafên Mirovan ên Meclîsê re bişînin.
Girtiyê DHKP-C Mecît Şahînkaya yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê, bi rêya malbata xwe êrîş û zextên li ser girtiyan vegot. Şahînkaya, diyar kir ku gardiyenan di 25’ê Kanûnê de bi ser qawişên wan de girtin û wiha got: “Gardiyenan bi hinceta malzemeyên mîna çetel û kevçî ‘deng derdixin’ kom kirin. Her tim ser qawîşên me de digirin, mafê me yê sohbet û xwendina pirtûkan astend dikin. Gava me li dijî van pêkanîna daxwazname da, kareyên wêneyên Nuriye û Semîh ji destên me derxistin. Cardin me name ji endamên Mafê Mirovan ên Meclîsê Sanal Saruhan, Alî Haydar Hakverdî, Fatma Benlî û Velî Agbaba re nivîsand. Dest danîn ser van nameyên me jî. Di heman demê rêveberiya girtîgehê dest danîn ser nameyên me yên girtî yên me ji parêzeran re nivîsandin jî. Derbarê dest danîna ser namen de jî piştî 40 rojan agahî dan me. Em li dijî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”