STENBOL - Parêzerên Ocalan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 722 serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê da.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Sevda Aydin, Umît Dede, Bayram Kaval û Denîz Yildiz ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve parêzeran 722 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve 721 caran serî li dozgeriyê dan, serlêdanên parêzeran bi hincetên "Rewşa hewa xirbe ye", "Keştî xirabe ye" û "OHAL heye" tê astengkirin.