ENQERE – Danişînên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku dê sibê li Edliya Enqereyê bihata dîtin, hildan salona Girtîgeha Sîncanê.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dê sibê beşdarî danişînên li 10’emîn û 25’emîn Dadgeha Cezayên Asliye yên Edliya Enqereyê bihata dîtin bibûya. Şûna danişînên Demîrtaş ên li Edliyê hatin betalkirin û danişînan hildan salona Girtîgeha Sîncanê. Li gorî Buroya Çapemeniyê HDP’ê ragihand di saetên danişînan de guhertin çênebûye û dê danişîn li salona danişînê ya 2’emîn a Girtîgeha Sîncanê bê dîtin.
Danişîna ewil saet di 09.25’an de dê pêk bê. Mijara dozê jî ew e ku Demîrtaş ji ber axaftinek beriya hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an kiriye û bi îdiaya “Heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu kiriye.
Piştî vê danişînê dê Demîrtaş saet di 11.00’an de jî beşdarî danişîna duyemîn bibe. Mijara vê dozê jî ew e ku Demîrtaş piştî Komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê li ber avahiya HDP’a Stenbolê axiviye û bi îdiaya “Dewleta Komara Tirkiyeyê û Hikumeta Komara Tirkiyeyê kêm xistiye” dê bê darizandin.
HDP'Ê BANGA DANIŞÎNAN KIR
Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Enqereyê jî têkildarî danişîna hevserokê xwe yê giştî Demîrtaş de li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û banga beşdariya danişîna Demîrtaş kir. Di civînê de endama HDP'ê Derya Bakir diyar kir ku ji 400 rojan zêdetir e hevserokê wan Demîrtaş bêyî ku sûcên wî hebin girtî tê darizandin. Bakir destnîşan kir ku pêwîste her kes li cem Demîrtaş cih bigire û banga beşdariya her du danişînên Demîrtaş li raya giştî û gelan kir.