STENBOL – Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu yê ku di çarçoveya doza TIR’ên MÎT’ê de tê darizandin bi boneya kelepçeyê red kir wî neanîn danişînê.
Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Enîs Berberoglu bi hinceta nûçeya der barê TIR’ên MÎT’ê de ku dihat darizanind, piştî cezayê wî yê 25 salan hat xerakirin, xwestin serê sibê wî ji Girtîgeha Maltepeyê ji bo danişînê bibin 2’yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Adliyê ya Herêma Stenbolê. Lê Berberoglu kelepçeyê red kir û nehişt ku wî bi kelepçeyê bibin danişînê. Hat zanîn ku dê Berberoglu bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe.